Medya û dadgeh li pey parastin û 'tehrîkê' ne

  • jin
  • 09:13 23 Sibat 2018
  • |
img

ÎZMÎR - Dayika Funda Gulmez a Umît Şenturk ew kuşt Sevîm Gulmez ji bo keça xwe edalet xwest, aşkera kir ku medyaya hewzê mêrê kujer diparêze û ev tişt got: "Dadgeh li pey hincetên 'tahrîkê' ye û ji bo vê yekê delîlan ava dike." 

Umît Şenturk ê bi mahro olî bi Funda Gulmez rezewicî, di 21'ê Adara 2017'an de li navçeya Çîglî ya Îzmîrê Fûnda Gulmez kuştibû. Şenturk xwestibû bi 2 kesan re cenazeyê Gulmez winda bike. Xizmên Gulmez piştî xwe gihandin cenaze, plan aşkera bû û derket holê ku Gulmez bi hevkarî hatiye kuştin. Piştî bûyerê der barê kuştina Gulmez de li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Karşiyakayê doz hat vekirin, Senturk bi sûcdariya "Bi zanebûn kuşt" girtî tê darizandin, Guzde Kesecîn a alîkariya wî kir bi hinceta "alîkariya sûc kiriye", Îbrahîn Orgulu jî bi hinceta "delîlan reş dike" serbest tên darizandin.
Salek li ser cinayetê re derbas bû di darizandinê de tu encam derneket, danişîna dozê ya di 27'ê Adarê de ye, li bendê ye biryar be dayîn. Medyaya hewzê ya bi sernavê "ew xapand" kuştina Gulmez rewa da nîşan, ji bo parastina kujer Şengurk dibe referans.
 
‘MEDYA ZILAM DIPARÊZE’
 
Dayika Gulmez Sevîm Gulme, bertek nîşanê medyaya hewzê da û aşkera kir ku keça wê hatiye kuştin, ew naxwaze jinên din bên kuştin. Gulmez, bi lêv kir ku ji bo zilamê kujer cezayê heq kiriye bigire, ew ê têkoşîna xwe dewam bike, keça wê bi plankirî hatiye kuştin û bi derfetên xwe cenaze dîtine. Gulmez diyar kir ku li gorî rapora tiba edlî, kesekî tenê cenaze nekiriye poşetê, xwest cezayekî giran bidin van kesên ku mirovan dikujin. Gulmez derbirî ku di dadgeha yekemîn de bersûc Şenturk ji wê re sersaxî xwestiye û wiha axivî: "Raste rast henekê xwe bi me kir. Ez nizanim di wê kêliyê de min çi bertek daye. Dadger hêrsa xwe bi min anî û ez derxistim derve. Ji bo ez careke din bikevim hundur min ji her kesî lêborîn xwest. Ez neçarê vê tiştê kirim, dayikbûna min darizand û pirsa 'tu berê li ku bûyî? ji min kir. Heta hûn dayikbûna min dadirizînin, pêşî il kuştinên hovane bigirin. Kujer diyar in, edalet tune."
 
'JI BO CEZE KÊM BIKIN RASTIYAN BEROVAJÎ DIKIN'
 
Gulmez destnîşan kir ku divê bi Şenturk re, bersûcên din jî cezeyekî giran bigirin û wiha pê de çû: "Dadgehê xwest mafê axaftinê bide min lê hêj ew maf nedane min. Heta niha dema ez çûm emniyetê min îfade da." Gulmez got ku bi zorê tiştên ne baş bi keça wê dane firotin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Haya me ji hemû bûyeran heye. Dadgehê rewşeke wisa afirandiye ku; wekî ku keça min sûc kiriye. Ji bo cezayê wan kêm bikin, wekî ku keça min kuştine, rastiyan berovajî dikin. Serî li rêbazên tahrîkê didin. Bi gotina 'tahrîk heye' cezayan dadixin. Hêvî dikim ku di doza Fundayê de ev tişt nebe. Ruxmê ku keça min kuştine, rihetê nadin me. Bersûcên li derve ne gefan li me dixwen."
 
MA / Ayşe Surme