Li Amedê jinekê xwe kuşt

  • jin
  • 13:10 20 Çile 2021
  • |
img
AMED - Di korîdora nexweşxaneyeke taybet de, jinekê xwe kuşt.
 
Li nexweşxaneyeke taybet a Amedê, jina bi navê Dermen B. xwe kuşt. Dermen B. ku di korîdora nexweşxaneyê de dema rûniştîbû, piştî demekê ji çenteya xwe çek derxist û xwe kuşt. Dermen B. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Ev yek di dîmanên qamerayên nexweşxaneyê de hatin dîtin. Derbarê bûyerê de, lêpirsîn hat destpêkirin.