Jina ku birîndar bû: Netirsin dengê xwe bilind bikin

  • jin
  • 09:07 20 Çile 2021
  • |
img

ENQERE - Rukiye Ay ku ji ber tahdeya sîstematîk bi giranî birîndar bûbû, bang li dewletê kir ku cezayên giran bê birîn û ji jinan re jî got: "Netirsin, dengê xwe bilind bikin." 

Li Konyayê di 9'ê Çileyê de Alî Ay, hevjîna xwe Rukiye Ay û keça xwe ya yek sal û nîvî bi giranî birîndar kiribû. Piştî bûyerê Rûkiye Ay rakiribûn nexweşxaneyê û piştî bûyerê bi hefteyekê Ay tiştên ku hatibûn serê wê li ser medyaya sosyal parve kiribû. Piştî vê Alî Ay hatibû binçavkirin û dû re jî hatibû berdan. Lê piştî îtirazê Alî Ay hatibû girtin. Rûkiye Ay jî ku laşê wê bi giranî şewitiye, niha li mala xizmeke xwe tedawî dibe. 
 
Her wiha wexta Ay ji nexweşxaneyê taburcî dibe û diçe mala xwe, dibîne ku ceryan, av û gaza wê hatiye birîn. Piştî xwediyê xanî jê re gotiye ji xanî derkeve, Ay, keça xwe daniye cihekî û ew jî çûye cem xizmeke xwe. Ay, bi rêya Ajansa Mezopotamyayê (MA) tiştên ku hatine serê wê ragihandin. 
 
HEVJÎNÊ WÊ TAHDE LÊ KIR
 
Ay, diyar kir ku piştî zewacê bi çend mehan tahde dest pê kiriye û wexta ducanî bûye jî hevjînê wê tahde lê kiriye û ji ber vê çûye Îzmîrê, cem dêya xwe. Ay got: "Du mehan li cem dêya xwe mam. Cardin vegeriyam. Lê tahde dewam kir. Heya zaroka min çêbû jî, car carinan tahde li min dikir. Paşê dest bi tiryakê kir. Bi qumarê lîst, çû gazînoyan. Tahde zêde bû." 
 
Ay, bilêv kir ku piştî zaroka wê çêbûye û bûye yek mehî, xwestiye dev ji hevjînê xwe berde, lê belê ji ber vê cardin tahde lê hatiye kirin. Ay got: "Wê çaxê min ji ber tahde û lêxistina li min kiribû, rapor wernegirtibû. Ji lewra dêya min ew ne li cem min bûn û dest danîbû ser telefona min. Min nikaribû telefonî polîsan jî bike. Ji ber ku zaroka min nû çêbûbû, laşê min diêşiya. Nikaribûm derkevim derve. Cînarên min jî tirsiyan, nikaribûn alîkariya min bikin. Rapora min tune bû, min gilî kiribû. Biryara dûrxistinê dabûn. Min doz lê kiribû ku em dev ji hev berdin. Em sal û nîvekê nehatin cem hev. Me di Sibata 2019'an de dev ji hev berda. Di Hezîrana 2020'an de cardin vegeriyam. Umrê keça min bû sal û nîv. Me got, 'zarok çêbûye em careke din biceribînin.' Lê min şaşiyek pir mezin kir." 
 
Ay, anî ziman ku piştî cardin li hev kirine mala xwe ji Stenbolê anîne Konyayê û got: "2-3 mehên ewil tu mesele tune bû. Lê piştî pandemî dest pê kir û em hepsî malê bûn, tahde dest pê kir. Tim şer dikir û li min dixist. Min ev tişt ji malbata xwe re negotin. Ji lewra min nizanibû dê bê vê merheleyê." 
 
Ay, bilêv kir ku her cara ku diketin qirika hev Alî Ay dest datanî ser telefona wê û got: "Heger cînarên min netirsiyana û aliyê min bikirina, dibû ku wisa nebûna. Ji lewra telefona min tune bû û min nikaribû xwe bigihanda kesî. Pir bêçare bûm. Lê niha reviyam. Hatim şeewitandin lê cardin jş min rahişt keça xwe û reviyam." 
 
DERÛNIYA ZAROKÊ XIRAB BÛ 
 
Ay, diyar kir ku wexta keça wê halê wê yê birîndar dîtiye pir tirsiyaye û ji ber vê derûniya wê xirab bûye. Ay got: "Ji min ditirse. Xwest bi destê min bigire, lê gava çav bi birînên min ket nehat. Ji birînên stuyê min, ji capûnên li min hatine lefandin tirsiya. Niha li cem xizmeke min a din e. Heya birînên min baş bibin wê li wir bimîne. Ji roja ji nexweşxaneyê derketime min tenê nîv saetê wê dîtiye." 
 
Ay got: "Ez pir ditirsim. Hem ji bo xwe, hem ji bo keça xwe hem jî ji bo malbata xwe ditirsim. Wexta hat girtin wêneyê wî hatiye girtin û di wêne de serê xwe rakiriye. Eynî wekî bi tişta ku kiribe serbilind be. Ez wî baş nas dikim, ez dizanim bi vê dixwaze çi bibêje. Wekî bibêje 'Hîn temam nebûye.' Jixwe malbata wî jî ne temam e. Ez ê ji bo wî û malbata wî serlêdanê bikim ku bila nêzî min nebin." 
 
BANG LI JINAN Û RAYEDARAN KIR 
 
Ay, anî ziman ku cezayên tên birîn pêşî li ber van pêkanînan nagirin û got: "Hat girtin, lê 3 meh bi şûn de dê bê berdan. Em tenê dikarin bi rêya medyaya civakiyî dengê xw eragihînin. Gava dengê me neyê bihîstin ser mijarê tê girtin û em dimirin. Bila cezayê giran bên birîn. Wekî vî zilamî ku gotiye 'Ê 5 sal ceza li min bê birîn. Ez ê 3 salan bimînin û derkevim.' Heger wiha be dê li welêt jin nemînin. Wê tahde li hemû jin û zarokan bê kirin. Wê mirin zêde bibe. Bila cezayê giran bê birîn. 11 roj in diêşim, xew bi çavê min nakeve û nikarim zaroka xwe bibînim. Bila yê wî jî cezaykî giran lê bê birîn. Bila 3-4 mehan girtî nemîne û neyê berdan." 
 
Ay, bang li jinan jî kir û got: "Jinên ku tahde li wan tê kirin bila dengê xwe bilind bikin. Bila kes bêdeng nemîne." 
 
 MA / Zemo Aggoz