Ji bo parastina pergala malbatê jin tên cezakirin

  • jin
  • 09:07 20 Çile 2021
  • |
img

EDENE - Parêzera feminîst Fatoş Hacivelîoglû, diyar kir ku ji ber mekanîzmayeke çalak tune ye jin di navbera "mirin an jî kuştinê" de hatine asêkirin û got: "Di TCK'ê de jî xweparastin awayekî bêcezatiyê ye." 

Li Tirkiyeyê ji ber ku jin li hember tahdeyê nayên parastin, gelek jinên wekî Nevîn Yildirim, Çîlem Dogan, Name Ozturk, Aylîn Işik, Havva Zor, Melek Îpek û Nîmet Akgunê mafên xwe yên xweparastinê bi kar anîn. Parêzera feminîst Fatoş Hacivelîoglû ku di heman demê de parêzera Çîlem Doganê ye, mafê xweparastinê û polîtîkayên dewletê yên di vî warî de ji bo ajansa me nirxand. 
 
JI BO NEMIRIN...
 
Hacivelîoglû, destnîşan kir ku jin ji bo ku nemirin ji bêgavî dikujin. Hacivelîoglû, bilêv kir ku jin di navbera "mirin û kuştinê" de hatine asêkirin. Hacivelîoglû, diyar kir ku tiştên diqewimin ne çîroka lehengiyê ye û got: "A rast tiştên diqewimin, awayekî liberrabûnê ye, li dijî tahdeyê. Jin ji bo xwedî li jiyana xwe derkevin, ji bêgavî dibin alîgirê tahdeyê. Xwezî jin qet rastî wê tahdeyê nehatan, xwezî di nav mirin û kuştinê de asê nebûna." 
 
DARAZ 
 
Hacivelîoglû, destnîşan kir ku jinên ku tahdeya zilaman qebûl nakin, ji hêla "daraza zayendparêz" ve tên cezakirin û daraz bi fikara parastina pergala malbatê tevdigere. Hacivelîoglû got: "Mesela li Ispartayê, di dosyeya Nevîn Yildirimê de, ji bo Nevînê 'halê baş' esas nehat girtin. Nevîn, bi awayekî sîstematîk hatiye tecawizkirin û ji mecbûrî kuştiye. Lê cezayê wê qet nehat kêmkirin. Em giş dizanin ku sûcdar bê ceza dimînin, derbarê wan de lêpirsîn jî nayê destpêkirin. Tenê gava li ser medyaya sosyal liv û tevgerek çêbibe lêpirsîn tên destpêkirin û di dema darizandinê de jî ji ber vê liv û tevgera medyaya sosyal kujerên jinan û tecawizkar tên cezakirin. Çend roj berê em giş bûn şahid, Alî Ay ku li Konyayê ava kelandî bi hevjîna xwe û keça xwe dakiribû, hat berdan. Ne hewce ye meriv kahîn be, kesê tê berdan dê tahdeya ku dike zêdetir bike û wê jinê bikuje. Ev aşkere ye, lê daraz wan berdide. Yanî girtinên çêdibin jî sirf ji bo wijdanê raya giştî bê rihetkirin çêdibin. Bi rastî jî dilê wan û astengkirina cinayetan hebûna, wê mekanîzmayên pêşîlêgir bi awayekî çalak têxistana dewrê." 
 
TU CEZAYEK WÊ TUNE YE
 
Hacivelîoglû, bilêv kir ku jin li dijî tahdeyê mafê xwe yê xweparastinê bi kar tînin û destnîşan kir ku di Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) de tu cezayeke xweparastinê tune ye. Hacivelîoglû ji bo vê bal kişand ser xala 27'an a di TCK'ê de û destnîşan kir ku heger di xweparastinê de heyecan, tirs an jî telaşek hebe ceza li kiryar nayê birîn. 
 
Hacivelîoglû, bilêv kir ku daraz di dosyeyên xweparastinê de di aleyha jinan de biryaran dide û got: "Di rojekê de herî kêm 5 jin ji aliyê mêran ve tên kuştin. Daraz ji ber vê nerihet nabe, lê gava jin xwedî li jiyana xwe derdikevin nerihet dibe." Hacivelîoglû, anî ziman ku ji jin nemirin xweparastin mafekî rewa ye û got: "Di warê hiqûqî de jî ev xweparastin e û di TCK'ê de xweparastin awayekî bêcezatiyê ye." 
 
BI DENGEKÎ BILIND BIBÊJIN 
 
Hacivelîoglû, anî ziman ku jin divê li her qadê xwedî li jiyana xwe derkevin û got: "Ji bo mekanîzmayên ku pêşî li ber tahdeyê bên girtin û jinan diparêzin çêbibein, em ê daxwazin her tim bi dengekî bilind bibêjin." 
 
MA / Hamdûllah Kesen