Jinên TJA’yî dicivin: Peyama me berxwedan e

  • jin
  • 09:07 20 Çile 2021
  • |
img

STENBOL - Aktîvîsta TJA’yê Sûna Kaymaz, diyar kir ku wan di çarçoveya kampanyeya “Em xwe diparêzên” de, li Stenbolê bi 5 hezar jinan re hatin gelhev û got: “Bersiva me ya li dijî hemû êrîşan diyare; berxwedan e.” 

Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, qirkirina siyasî, qedexekirina zimanê zikmakî, tundî, êrîşên tecawîz û tacîzan, di 15’ê Îlona 2020’an de, dest bi kampanyeya “Em xwe diparêzin” kir. Kampanyeya TJA’yê, di meha çaremîn de dewam dike. TJA’yê di çarçoveya kampanyayê de li herêma Marmarayê, îmze avêt binê gelek xebat û çalakiyan. Jin, hewl didin bi vê kampanyayê, pirsgirêkên ku jin dijîn çareser bikin û li gorî vê yekê mal bi mal, tax bi tax digerin guh didin pirsgirêkên jinan.
 
BI 5 HEZAR JIN RE HATIN GELHEV
 
Aktivîstên TJA’yê, ligel şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) a ku tevahiya cîhanê kiriye bin bandora xwe, li Stenbolê xebatên xwe bi rêve birin û bi 5 hezar jinan re hatin gelhev. Di çarçoveya kampanyayê de, li 30 navçeyên bajêr atolye hatin lidarxistin, di van atolyeyan de nîqaş rûbirû hatin kirin û hişmendiya serdest zilam di lêpirsînê re hat derbaskirin.
 
Me bi aktîvîsta TJA’yê Sûna Kaymaz re li ser xebatên wan ên li Herêma Marmarayê bi rêve birin, encamên derxistine holê û rojava jinê axivî. Kaymaz, diyar kir ku di çarçoveyê kampanyayê de, wan pirsgirêkên ku jin di nava civakê de dijîn girtin dest û wiha axivî: “Me hewl da em hemû pirsgirêkên jinan derbixin holê. Ji bo vê em mal bi mal, tax bi tax û navçe bi navçe geriyan. Me xebatên atolyeyê bi rêve birin. Di van atolyeyên me de, nerîna zayendperest derket holê. Me jî ev hişmendiya serdest a zilam teşhîr kir. Jin û zilamên beşdarî atolyeyên me bûn, di warê hişmendî de ketin nava lêhûbûnekê û nakokiyên wan çêbûn. Vê yekê jî bi me da nîşandan ku pêdiviyek mezin bi guhertinê heye.” 
 
XWE NASKIRIN Û BÛYÎNA VÎN
 
Kaymaz, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Jin di warê xwe naskirin û bûyîna vînê de, kêmasiyên mezin dijîn. Dîsa di warê mafê xwe parastinê de jî, kêmasiyên jinan ên pir cîdî hene. Bi taybetî zilamên xwe weke polîtîk didin nîşandan jî, bi vê her tim hewl didin derbikevin pêş û hakimiyeat xwe ava bikin. Ji bo xwe naskirina jin û zilam, em encamek baş ji van atolyeyam girt.”
 
JIN ÇI DIXWAZIN? 
 
Kaymaz, bal kişand ser daxwazên jinan û wiha bilêv kir: “Jinên ku me bi wan re hevdîtin kirin, herî zêde ji tengkirina qadên xwe bi gazincin. Krîza aborî û bêkarî herî zêde bandorê li jinan dike. Êdî jin dixwazin ku bên hişyarkirin û xebatên wiha bên zêdekirin. Ji ber ku dema  jin zane dibin, xwe nas dikin, dema xwe nas dikin baweriya wan bêtir bi jiyana azad tê. Di vê xebata xwe de herî zêde me ev nêzîkatî dît.”
 
ROJEVA SEREKE TECRÎDE 
 
Derbarê dewam kirina kampanyayê de Kaymaz ev agahî dan: “Me bernameyên girîng dane pêşiya xwe. Rojeva me ya serke tecrîda li Îmraliyê û çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî dane dest pê kirine. Di heman demê de, em ê giranî bidin xebatên krîza aborî, qetilkirinên jinan, tundî, texrîba ekolojiye û taxan. Ev hemû ser nav bi tecrîda li dijî Ocalan ve girêdayîne. Ji bo ku hemû pirsgirêk bên çareser kirin divê tecrîda li ser Ocalan, jin û civakê rabe. Tecrîd dibe sema bêkarî, xizantî û komkujiya jinan. Ji bo ku ev hemû bi dawî bibin, divê dest pê kê tecrîd rabe. Em ê di vê çarçoveyê de têkoşîna xwe dewam bikin.” 
 
BI PARASTINA ÇEWHERÎ BERXWEDAN
 
Kaymaz, bi bîr xist ku jin êdî rolê ji bo wan hatine diyarkirin qebûl nakin û wiha pê de çû: “Jin li hemberî pergal baviksalariyê serî natewînin. Ji ber vê hewldana jinan êrîş pêş dikevin. Jinên ku xwe di afirînin, tên qetilkirin û rastî tundiyê tên. Pergal dixwaze jinan hepsî malê bike û wan tecrîd bike. Jin li dijî vê berxwedana xwe mezin dikin, rêxistinbûyîna xwe derdixin holê û ji bo paratina xwe ya çewherî li ber xwe didin. Ji ber vê her roj tundî û qetilkirinên jinan zêde dibin.” 
 
JI BO BIJÎN Û BIDIN JIYÎN
 
Kaymaz, dest nîşan kir ku jin êdî bi parastina çewherî bersiv didin êrîşan û wiha rêz kir: “Di rojên dawî de parastina çewherî zêde bûye. Parastina çewherî meşrû ye û mafeke bingehîn ê jiyanê ye. Em ê tu carî girtin û cezakirina jinên xwe diparêzin qebûl nekin. Girtina jinên xwe diparêzîn, hêze dide zilaman û hişmendiya serdest a zilam xwedî dike. Em li gel jinên xwe diparêzine. Bila tu carî xwe bi tenê hîs nekin. Jinên xwe diparêzin cesaetê didin jinan. Ger em dixwazin bijîn û bidin jiyîn, divê em her tim parastina xwe ya çewherî bi kar bînin. Xwe parastina jinan, di heman demê de parastina civak û jiyanê ye. Ji ber vê yekê divê parastina çewherî bibe pêdiviyek bingehîn. Em jin dibêjin peyama me zelale; ew jî berxwedane.” 
 
MA / Semra Tûran