Komeleya Jinan a Starê rapora 2020'an aşkere kir

  • jin
  • 16:40 19 Çile 2021
  • |
img
WAN - Komeleya Jinan a Starê, rapora sala 2020'an aşkere kir. Rêveberên komeleyê anîn ziman ku 24 jinan serî li komeleya wan dane û jinên serî li wan dane herî zêde bi tundiya derûnî re rû bi rû mane. 
 
Komeleya Jinan a Starê, rapora sala 2020'an aşkere kir. Endam û rêveberên komeleyê rapor li avahiya komeleya xwe aşkere kirin. Endam û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jinên din amade bûn. Seroka Komeleyê Serap Guvenç, anî ziman ku ji bo rê li pêş tundiyê bê girtin, divê hemû rêxistin û saziyên civakî bi hevre têbikoşin û wiha got: "Di vê mijarê de roleke mezin dikeve ser medya. Di hin rêzefîlm û reklaman de tundî derdikeve pêş. Divê çapemeniya dîtbarî û nivîskî êdî dest ji vê edeta xwe berdin û tundiyê pêş nexin. 
 
24 JINAN SERÎ LI KOMELEYÊ DA
 
Guvenç, destnîşan kir ku tundiya li dijî jinê  li hemû cîhanê bûye pirsgirêkek sereke û wiha axivî: "Di sala 2020'an de 24 jinan serî li komeleya me dan û alîkarî xwestin. Me bi 55 jinan re hevdîtin kir. Me alîkarî û piştevaniya stargehê da 9 kesên ku jê 2 zarok û 3  ciwan bûn. Zarokan anîn ziman ku birayên wan û malbatên wan bi zorê wan didin zewicandin. Jin ji aliyê xizm û merivê xwe ve bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Jin û zarok herî zêde bi tundiya derûnî re rû bi rû dimînin. Herî zêde gef li wan tê xwarin û biçûk tên xistin. Parêzerên komeleyê piştgiriya hiqûqî û derûnî bi dildarî dan jin û zarokan."