Îtîraza girtina Melek Îpek hat redkirin

  • jin
  • 14:56 18 Çile 2021
  • |
img

ANTALYA - Îtîraza ji bo girtina Melek Îpek a ku Ramazan Îpekê bi awayekê pergalî tundî li wê û zarokên wê dikir, parastina çewherî bikar anîbû û kuştibû, ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Antalyayê ve hat redkirin. 

 
Li navçeya Doşemealtiyê ya Antalyayê, jina 31 salî Melek Îpek, bi parastina rewa hevjînê xwe Ramazan Îpek ê îşkence lê dikir, kuştibû. Îpek ji ber vê yekê di 9’ê Çileyê de derketibû dadgehê û bi awayekî birîndar hatibû girtin. 
 
Parêzerên Îpek, di 15’ê Çileyê de, ji bo berdana Îpek serî li 1’yemîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Antalyayê dabûn û girtina wê îtîraz kiribûn. 
 
1’emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Antalyayê, piştî nirxandina daxwaznameyê, îtîraza parêzeran red kir.