Li 102 nexweşxaneyan kurtaj qedexe ye

  • jin
  • 12:47 18 Çile 2021
  • |
img
ENQERE - Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum, diyar kir ku 102 nexweşxaneyên cemaweriyê bi awayekî fîîlî kurtaj qedexe ye û xwest ku derbarê sedemên qedexeya kurtajê de lêkolîn bên kirin û bi armanca ku xizmeta kurtajê ya li gorî daxwazê bergirî bên girtin lêkolîna meclisê xwest. 
 
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Zuleyha Gulum, têkildarî qedeya kurtajê ya bi fîîlî pêşniyaza lêkolînê da Serokatiya Meclîsê. Gulum, di pêşniyaz lêkolîna xwe de destnîşan kir ku mafê kurtajê ji aliyê peywirdarên cemaweriyê yên li dijî kurtajê ve tê astengkirin û xwest ku nexweşxaneyên cemaeriyê yên kurtajê bi awayekî fîîlî qedexe kirine û sedemên wê bên lêkolînkirin. Her wiha Gulum, bi armanca ku xizmeta kurtajê ya li gorî daxwazê bergirî bên girtin lêkolîna meclisê xwest.