Mal bi mal digerin û jinan serwext dikin

  • jin
  • 09:04 17 Çile 2021
  • |
img
 
ŞIRNEX - Midûriyeta Jinan a Şaredariya Silopiyê, li dijî destavêjî û tahdeya li jin û zarokan tê kirin, li tax û gundan mal bi mal digere û jinan serwext dike. 
 
Şaredariya navçeya Silopiyê ya HDP'î neh meh berê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan ava kiribû. Ji roja ku midûriyet hatiye avakirin heya niha, derbarê jinan de gelek xebat kirine. Niha jî li tax û gundên navçeyê derbarê îstîsmarkirina zarokan û tahdeya li jinan tê kirin de dest bi hin xebatan kiriye. Di vê xebata navbirî de li dijî hemû cureyên destavêjiyê malbat tên serwextkirin. Midûra Midûriyeta Polîtîkayên Jinan Nergîz Ant, derbarê xebatên midûriyetê de axivî.
 
MAL BI MAL DIGERIN Û MALBATAN SERWEXT DIKIN
 
Ant, diyar kir ku midûriyeta jinan li ser xebatên derbarê jina û zarokan de hûr dibe û got: "Zarokên me, pêşeroja civakê ne. Zarok, perçeyeke civakê ne. Ji ber vê jî pêvajoyên ku ew tê re derbas dibin ji bo me pir hêja û girîng in. Dema ku zarok bi destdirêjiyê û tundiyê re rû bi rû bimînin, em ê çawa fêm bikin, an jî em ê wan çawa jê dûr bixin? Em ê dayîkan û kesên ku ji wan berpirsyar çawa agahdar bikin? Bi vî awayî em pir kûr fikirîn. Beriya niha em li taxan mal bi mal geriyan û me perwerdehî dida. Lê ji ber pandemiyê me nexwest em mirovan li hev kom bikin. Paşê em lê fikirîn ku gelo em çawa bikin? Me biryar da ku em mal bi mal bigerin û xebateke bi vî awayî bidin meşandin. Nêzî 10 roj in me xebateke bi vî awayî daye destpêkirin. Em mal bi mal digerin û li dijî destavêjiyê û îstismarkirina zarokan û jinan belavokan belav dikin. Xebata me, baş derbas dibe. Malbat jî baş nêzî xebata me dibin."
 
Ant, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku dê xebatên xwe yên bi vî rengî bidomînin û wiha got: "Malbat bi derûniya ku wekî sûcek kiribin tevdigerin. Dev ji îstîsmarê berdin, ji bo vê bi zarokên xwe re jî naaxifin. Qet nebe em dikarin bibînin ku ev yek diqewime û qet nebe dema ku malbat bi vî tiştî re rû bi rû man, wê bizanibin ku serî li ku bidin. Ez wisa difikirim ku xebata me xebateke serkeftî ye. Xebatên me yên bi vî rengî dê berdewam bikin. Ne tenê li taxan, li gundan jî em ê mal bi mal bigerin û bi jinan re civînan çêbikin. Piştî pandemiyê em ê xebatên dorfirehtir bikin. Di pêş de em ê derbarê têkiliya dayîk û zarok de jî dest bi perwerdehiyê bikin. Xebatên me dê bidomin."