Tecrîd, pirsgirêka jinê kûrtir dike

  • jin
  • 09:08 16 Çile 2021
  • |
img

STENBOL - Jinên stenbolî anîn ziman ku pêwendiya tahdeya li jinan tê kirin û cinayetên diqewimin bi tecrîda li Îmraliyê re heye û gotin: "Kuştina jinan jî perçeyek tecrîdê ye. Divê bandorên wan baş bên vegotin." 

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, di roja 51'emîn de ne. Jinên stenbolî ji bo çalakiyên girtina bang kirin û destnîşan kirin ku polîtîkaya tecrîdê welêt ber bi karesateke mezin ve dibe. 
 
TÊKOŞÎN LI DIJÎ TECRÎDÊ
 
Hevseroka HDP'a Navçeya Tûzlayê Fîkriye Sarigul, diyar kir ku jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin, divê li dijî tecrîdê jî bitêkoşin û got: "Têkoşîna jina kurd ji bo cîhanê bû mînak. Jin, divê li dijî tecrîdê jî bi heman awayî bitêkoşin." Sarigul, destnîşan kir ku polîtîkayên heyî li ehmberî hemû civakê pêk tên û got: "Di serî de kur û bi giştî jî hemû demokrasîxwaz tên tecrîdkirin. Ên ewilî li dijî vê tecrîdê dengê xwe bilind dikin jin in. Ji lewra îqtidar jinê tecrîd dike." 
 
DIVÊ JIN XWEDÎ LI ÇALAKIYA GIRTIYAN DERKEVIN 
 
Zohre Evren jî bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan û destnîşan kir ku feraseta dewletê li ser asasê "tunekirin û înkarkirinê" hatiey avakirin. Evren got: "Di warê demokrasiyê de êviya kesî ji dewleteke ku êrîşê dibe ser kesên wekî wê nafikire, tune ye. Lê belê em jin divê ji bo demokrasiyê biêtkoşin. Jin û parazvanên mafên mirovan û her kes divê xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkeve." 
 
SEDEM TECRÎD E 
 
Lutfiye Baydemîr jî destnîşan kir ku fikirên Ocalan jinên azadîxwaz bihêztir kiriye û got: "Ocalan, xeteke li ser asasê tevgera jinê afirand. Dewletê jî li hemberî vê xetê, tecrîdê girantir kir. Tahdeya li jinan tê kirin û cinayetên tên kirin hemû encamên tecrîdê ne. Kuştina jinan jî perçeyek tecrîdê ye. Pergal, ji kê bitirse dixwaze wan tune bike. Ji 12'ê Îlonê heya niha berxwedanên mezin rû dan. Gava çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guvenê veguherî rojiya mirinê, hin hevalên me bedena xwe dan ber mirinê. Lewma divê berxwedana wan esas bê girtin û têkoşîn b dorfirehkirin. Bandorên tecrîdê divê baş ji civakê re bên vegotin. Em jin di vê çarçoveyê de divê bên cem hev du û em têkoşîna xwe dorfirehtir bikin." 
 
MA / Berna Kîşîn