Xwişka Gulîstan Dokûyê: Êdî bila Zaînal û malbata wî bên darizandin

  • jin
  • 09:02 18 Cotmeh 2020
  • |
img
DERSIM – Xwişka Gulîstan Dokû ya windabûyî Aygul Dokû, diyar kir ku heger cenazeyê xwişka wê ji nav avê bê derketin jî wê bawer nekin ku întihar kiriye û xwest ku êdî Zaînal Abarakov û malbata xwe bên darizandin. 
 
Xwendekara Zanîngeha Mûnzûr a Dersimê Gulîstan Dokû ya 21 salî 288 roj in winda ye û tu xeber jê nayên girtin. Xwişka wê Aygul Dokû, anî ziman ku bû sê car in li nava avê li xwişka wê digerin, lê belê heger cenazeyê xwişka wê ji nav avê bê derketin jî wê bawer nekin ku întihar kiriye û xwest ku êdî dZaînal Abarakov û malbata xwe bên darizandin. 
 
‘EM LÊPIRSÎNEKE ÇALAK DIXWAZIN' 
 
Dokû, anî ziman ku heya niha di lêpirsînê de tu pêşketinek çênebûye û got, cardin li nav avê li xwişka wê digerin. Dokû got: "Me ji roja roj de gotiye, xwişka min ne kesek werê bû ku întihar bike. Xwişka min gava telefonî min dikir, jibo dersan pirtûk dixwestin. Mont kiriye, lê rojekê jî li xwe nekiriye. Wê di betlaneyê de bihata malê û ji bo biraziya min û diya min diyarî stendibûn. Ma keçeke werê çi ma wê întihar bike. Ji 5'ê Çileyê ve em li ser pirê ne. Lê tiştek jê derneket. Noqav dibêjin 'Heger Gulîstan di avê de bûna herî dereng me yê di hefteyekê de ew bidîta.' Heya niha 6 cenaze ji nava avê derketine. Ez çûm cem waliyê nû. Wî jî got, em dixwazin Gulîstan bê dîtin lê ev rê ne rêya avê ye û heger di avê de bûna wê cesedê wê derketa holê. Her wiha min jê re got, ez lêpirsîneke çalak dixwazim." 
 
‘JI NAV AVÊ BÊ DERXISTIN JÎ EZ Ê BAWER NEKIM KU ÎNTHAR KIRIBE' 
 
Dokû, anî ziman ku Gulîstan ji nava avê bê derxistin jî dîsa wê bawer neke ku întihar kiriye û got: "Ji ber ku bi karakterê xwişka xwe û planên wê yên der barê jiyanê dizanim, lewma bawer nakim. Hêvîdarim bûyer rojek berî rojekê zelal bibe. Êdî em nikarin êşa xwe bînin ziman. Hema bibêje salek qediya. Em dixwazin ev êş bi dawî bibe. Baweriya min bi hiqûqê heye, lewma naxwazim derz li vê baweriya min bikeve. Ji roja ev xebat bi dawî bibe, êdî bila dozger nebêje 'Gulîstan întihar kiriye.' Em dixwazin êdî dozger Zaînal û malbata wî bidarizîe. Em naxwazin dosye heta hetayê dewam bike. Bajarekî biçûk e, her derê wê bi kamerayan tê kontrolkirin."
 
Dokû, anî ziman ku heya xwişka wê neyê dîtin ew ê pirsa wê bikin. 
 
ENGÎN YUCEL: EZ BI HIN TIŞTA DIZANIM, SEBR DIKIM 
 
Dokû, anî ziman ku zirbavê Zaînal Abarakov Engîn Yucel li ser hesabê xwe yê medyaya civakî tiştên ecêb dibêje û got Yucel gotiye: "Ên Gulîstanê winda kirine, bila ew wê bibînin. Ma min ew winda kiriye ku wê bibînim. 7 meh derbas bûna, çawa dibe ku hay ji keçekê çênabe. Ez bi hin tiştan dizanim, lê serb dikim. Wê derkeve holê." 
 
Dokû, destnîşan kir ku divê dozger bi van tiştên ku Yucel nivîsandine eleqedar bibe û got: "Ez nizanim ev tên çi wateyê. Bi hin tiştan dizane, lewma diaxive. Ji lewra dibêje, ez sebr dikim. An jî dixwaze vê bûyerê ji xwe û malbata xwe dûr bixîne."