TJA’yê atolyeya ‘parastina çewherî’ li dar xist

  • jin
  • 13:10 17 Cotmeh 2020
  • |
img
MÊRSÎN – TJA’yê, di çarçoveya kampanyeya “Em xwe diparêzin” de li Mêrsînê atolyeya “parastina çewherî” li dar xist. 
 
Tevbera Jinên Azad (TJA), xebatên xwe yên kampanyeya “Em xwe diparêzin” a di 15’ê Îlonê de, li dijî tecrîda li Îmraliyê, qirkirina siyasî, tacîz, tecawîz û zextên li ser zimanê zikmakî û baweriyan, dest pê kiribû dewam dike. TJA’yê di çarçoveya kampanyayê de, li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê atolyeya “parastina çewherî” ji bo jinan li ser xist.   
 
Jinan di atolyayê de, bal kişandin ser zêdebûna tundiya li dijî jinan û qetilkirinên jinan û behsa girîngiya parastina çewherî kirin.