Li Marmarayê kampanyaya TJA'yê: Me dîtina zayendîparêz da ber lêpirsînê

  • jin
  • 09:09 16 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL – Aktivîsta TJA'yê Pinar Akdal, diyar kir ku xebatên atolyeyê yên merheleya ewil a kampanyaya "Em Xwe Diparêzin" li gelek herêman temam kirine û got, nexasim jî di atolyeyên tevlîhev ên zayendiya civakî de careke din, wan dîtina zayendîparêz dane ber lêpirsînê. 

Kampanyaya "Em Xwe Diparêzin" a Tevgera Jina Azad (TJA) ku ji bo 4 mehan li dijî tecrîda li Îmraliyê, qirkirina siyasî, taciz, tecawiz, êrîşên li ser zimanê zikamî û baweriyan dabû destpêkirin li gelek naavendan didome. Kampanya, di 15'ê Îlonê de li Amedê dest pê kiribû û niha xebatên atolyeyî yên merheleya ewil a kampanyayê li gelek bajaran temam bûn. 
 
Aktivîsa TJA'yê Pinar Kandal der barê xebatên li Herêma Marmayayê de axivî. 
 
‘EM XWE DIPARÊZIN' 
 
Kandal, bal kişand sr armanca kampanyayê û got, ji ber ku li ser jinê her diçe zext û zorî, şidet û êrîş zêde dibin pêdivî bi kampanyayeke bi vî rengî çêbûye. Kandal, destnîşan kir ku bi kampanyayê li ser divê jin xwe çawa biparêzin hûr bûne û got: "Li seranserê cîhanê pergaleke mêrî heye. Ev pergal ewilî hewl dide jinan bêdeng bike. Em her roj tên kuştin, bi tecawizê re rû bi rû dimînin. Li dijî vê ji xeynî xweparastinê tu vebijêrkek me tuneye." 
 
Kandal, destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHP'ê hewl dide di ser jinan re civakê çavtirsandî bike û got, li gor feraseteke xwe tîpeke jinê ava dikin. Kandal, bilêv kir ku li dijî vê jî jin her roj dadikevin qadan û dengê xwe bilind dikin û got: "Em hay ji êrîşan hene. Em xwe diparêzin. Êrîş piranî wekî tiştekî fizîkî tê fêmkirin. Lê belê ev ne rast e. Belê divê parastineke fizîkî hebe, lê divê ev yek wekî 'Ez çi qasî xwe îfade dikim. Ez çi qasî bi mafê xwe dizanim. Ez çi qasî xwe diparêzim' esas bê girtin. Em jî bi vî rengî esas digirin. Û em bi vî awayî xwe digihînin jinan." 
 
PARASTIN 
 
Kandal, anî ziman ku li seranserê cîhanê li dijî êrîşan serwextbûyîneke muazem heye û got: "Ev liberrabûn, ewilî di warê fikrî de xweparastin e. Xweparastin bi awayekî fikrî dest pê dike. Her wiha xweparastin, xwedîderketina li xwe jî bi tenê bi kêr nayê. Divê ev xweparastin bibe tiştekî civakiyî. Divê jin vê yekê birêxistinbûyînê û wêrekiyê bikin. Li seranserê cîhanê niha têkoşîna jinê parastineke civakiyî ye. Divê ev sedsal ber bi parastineke civakiyî ve biçe. Ji lewra herî zêde jin bi êrîşan re rû bi rû dimînin." 
  
‘EM Ê BI HEV RE AZAD BIBIN' 
 
Kandal, der barê rewşa kampanyayê de jî anî ziman ku merheleya ewil a kampanyayê xebatên atolyeyê bûn û ev xebatl li gelek herêman temam bûne û baş derbas bûne. Kandal got: "Atolye, ne li ser asasê hînkirin û hînkariyê bûn, bi piranî li ser asasê rûbirûbûyînê bûn. Tecawiz, cinayetên jinan zêde dibin. Lê ligel van tiştan em ê çawa xwe biparêzin? Me ev yek nîqaş kir. Di vir de me hem der barê xwe de hem jî der barê mêran de dîtina zayendîparêzi derxist hol. Gava mêr bi vê re rû bi rû man, nerihet bûn. Wekî hinekî li dîwrê qelibîbin. Hevrûbûyîn çêbû, xwelêpirsîn dest pê kir. Ev baş bû. Divê xebatên bi vî rengî bidomin. Em ê bi lêpirsînê vê yekê bikin. Em bi hev re azad bibin, wekî din tu çareyek tuneye." 
 
ASTA DUYEMÎN A KAMPANYAYÊ 
 
Kandal, da zanîn ku di çarçoveya kampanyayê de îjar panel, forûm, çalakiyên kuçeyan, hevdîtinên jinan û çalakiyên tevlîhev li dar bixin. Kandal got, nexasim jî eleqeya ji bo atolyeyên tevlîhev zêde ye. 
 
Kandal, destnîşan kir ku bi kampanyayê dixwazin bala civakê bikişînin û wan ber bi fikrandinê ve sewq bikin. Kandal got: "Çi tê serê jinan? Divê jin xwe çawa biparêzin? Em dixwazin vê yekê ragihînin civakê. Di demên dawî de tecawiz zêde bûne. Ev ne tiştekî ratshatinî ye. Ev îşaret bi serdemek cuda dike. Civak jî refleks hiştine. Ev ne tiştine rasthatinî ne. Pêvajoya nû, rêbazeke civakiyî, siyasî û derûnî ye. Divê ev tişt baş bên dîtin." 
 
Kandal, anî ziman ku bertekên ji bo kampanyayê baş in û got: "A rast em dixwazin pencereyê vekin û civaka bê nefes hatiye hiştin bêhnêb isîne. Lewma hem jin hem jî mêr bi awayekî erênî nêzî vê kampanyayê dibin." 
 
Kandal, herî dawî bang li tevahiya jinan kir ku xwedî li kampanyayê derkevin. 
 
MA / Semra Tûran