Piştgirî dan Kûş ku li civîna meclisê axaftina wê hat astengkirin

  • jin
  • 15:01 15 Cotmeh 2020
  • |
img
EDENE / MERSÎN – Jinan bertek nîşanî astengkirina axaftina Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Mersînê Bedriye Kûş a li meclisa şaredariyê da. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Mersînê, duh civîna meclisa xwe ya meha cotmehê pêk anî. Di civînê de li ser santrala nukleerê axaftin hatin kirin. Di civînê de Endama Meclisa Şaredariyê ya HDP’î Bedriye Kûş jî mafê axaftinê girt û axaftina wê ji aliyê endamên meclisê yên AKP-MHP’î ve hat astengkirin. AKP-MHP’î bi ser Kûş de meşiyan û xwestin wê derp bikin. 
 
‘ÊRÎŞ LI HEMBERÎ PARADÎGMAYA ME YE’
 
Meclisa jinan a HDP’ê ya Mersîn û Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê astengkirina Kûş de li Rêxistina HDP’ê ya Mersînê daxuyaniyek dan û bertek nîşanî AKP-MHP’iyan dan. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’ê ya Mersînê Gulbahar Şofer axivî û diyar kir ku armanca êrîşa li hemberî Kûş têkoşîn û destkeftiyên jinan e û wiha got: “Ev êrîş polîtîk û bîrdozî ye. Ev êriş li hemberî paradigmaya me ya civakî, azadiya jinê û ekolojîk ku bilind dibe pêk hatiye.”
 
EDENE 
 
Li Edeneyê jî bi heman armancî daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniya di vir de Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê ya Edeneyê Saniye Seçgîn axivî û bertek nîşanî astengkirina Kûş da û ev tişt got: “Em ev koma zilaman nas dikin. Em xwe diparêzin. Em serî natewînin û qaqibo dikin.”