‘Mirinên gumanbar baş nayên lêkolînkirin û ser wan tê girtin'

  • jin
  • 09:12 14 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL – Nûnera KCDP'ê Nûrşen Înal, anî ziman ku ji ber der barê mirina jinan a gumanbar de lêpirsînên çalak nayên kirin di demên dawî de hejmara jinên bi vî rengî dimirin zêde dibe û got, dewleta ku divê kuştinan zelal bike radibe ser wan digire. 

Me der barê mirina jinan a gumanbar de bi Nûnera Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) Nûrşen Înalê re axivîn.
 
Li gor daneyên meha Îlonê yên KCDP'ê, di mehekê de 36 jin hatine kuştin. Di heman raporê de hatiye diyarkirin ku ji vana 20 jê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane. 
 
Înal, diyar kir ku ji ber ku qanûna jimare 6284 û Peymana Stenbolê nayê pêkanîn û tê xwestin ji holê bê rakirin cinayetên jinan zêde bûne û got, herî zêde jî gava jin dixwazin dev ji hevjînên xwe berdin tên kuştin. Feraseta mêrî, jinên ku li ber mêran radibin wekî xetereyê dibînin û ji ber vê êrîşê dibin ser wan. Înal, destnîşan kir ku nexasim piştî nîqaşên der barê jiholêrakirina Peymana Stenbolê de cinayetên jinan û mirinên gumanbar zêde bûne û ev yek ne tiştekî rasthatinî ye. 
 
MIRIN ZÊDE DIBIN 
 
Înal, bilêv kir ku ji ber lêpirsînên çalak nayên kirin mirina gumanbar a jinan zêde dibe û got: "Heger lêpirsîneke baş bê kirin jixwe wê mirina gumanbar a jinan ev qasî zêde nebe. Belê, berê jî mirinên bi vî rengî çêdibûn. Lê belê, ne wek niha aşkere bûn. Hingî zêde bûye ku êdî raya giştî dixwaze ev yek bê lêkolînkirin. Û ji bo vê têdikoşe." 
 
Înal, anî ziman ku berpisiyariya dewletê ew e ku van mirinan zelal bike û got: "Dewlet mecbûr e sedema mirinên gumanbar aşkere bike. Em nikarin bibêjin ku dewlet di vî warî de baş tev digere. Heger neyta wê baş bûya, wê lêpirsînên baş bikirana. Dewlet peywira xwe bi cih nayne. Bi ser de ser cinayetên jinan ên gumanbar digire. Dixwaze mirina jinan biek tiştekî nediyar." 
 
‘DIVÊ DANE BÊN AŞKEREKIRIN' 
 
Her wiha Înalê destnîşan kir ku dijî cinayetên jinan polîtîkayeke baş jî tuneye û got, daneyên der barê cinayetên jinan de nayên parvekirin. Înal got: "Dewlet mecbûr e, daneyên der barê cinayetên jinan de aşkere bike. Dane tenê hejmara jinên tên kuştin aşkere nakin, her wiha awayê kuştina wê û cihê ku lê hatiye kuştin jî nîşan dide. Ligel vê rêyekê li ber mirov dixe ku divê çawa pêşî li ber cinayetan bê girtin. Tenê haya me ji ên di çapemeniyê de dertên heye. Ev polîtîka hemû jî pesend dikin ku 'cinayetên jinan polîtîk in.'" 
 
Înalê anî ziman ku divê polîtîkayeke li ser asasên zayenda civakiyî bê kirin û got, heger Peyamana Stenbolê û qanûna jimare 6284'an bê pêkanîn wê pêşî li ber cinayetên jinan bê girtin. 
 
RÊXISTINBÛYÎN
 
Herî dawî Înalê bilêv kir ku li dijî êrîşên tên kirin jî li cîhanê û Tirkiyeyê têkoşîneke û piştevaniyek heye û got: "Jin tên cem hev du û xwe birêxistin dikin. Ruhê têkoşîna bi hev re li me peyda dibe. Sedemeke zêdebûna cinayetên jinan û mirinên gumanbar jî ev e. Jin destekeftiyên mezin bi dets dixin. Gava xwestin Peyaman Stenbolê ji holê bê rakirin, me dît bê jin çawa hatin cem hev du. Pergala mêrî jina bikuje jî wê nikaribe pêşî li ber têkoşîan wan bigire. Li dijî êrîşan em ê bêtir bitêkoşin û bihêz bibin." 
 
MA / Semra Tûran