Şîraz Hemo: Rola jinan di şoreşê de sereke ye

  • jin
  • 14:53 7 Tîrmeh 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Şîraz Hemo, bal kişand ser rola jina Kurd  û êrîşên li dijî jinan û got: “Rêxistinkirina jinan ên li Bakurê û Rojhilatê Sûriyê, ji hemû jinên cîhanê re bûye minak û lêvegerek. Rola jinan di şoreşê de sereke ye. Ji ber ji rêxistinbûna jinan ditirsin, wan dikin hedef. Em bang li jinên li bakur Sûriyê dikin ku destekê bidin hev.”

Di dawiya meha Hezîranê de Tirkiyeyê bi balefirên bêmirov êrişî maleka li gundê Helincê yê rojhilatê bajarê Kobanê kir. Di êrişê de 3 jin, ji wan 2 endamên Koordînasyona Kongreya Star jiyana xwe ji dest dan. Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Şîraz Hemo der barê êrişên Tirkiye ya li ser jinan û planên wê yên li herêmê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û got: “Dewletên dixwazin serweriya xwe li ser herêmekê ferz bikin destpêk îradeya civakê dikin hedef, bi tayber heger ew civak rêxistinkirî be. Dewleta Tirk hewl dide serweriya xwe li ser jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bike da ku serweriya xwe li ser îradaye wê jî ferz bike. Ji ber rola jinan di şoreşê de sereke ye. Pîvana rêxistinkirina hevbeş di navbera jinên Ereb, Suryan, Asûr û hemû jinên ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Demokratîk de têdikoşin, esas girt.”
 
Şîraz Hemo destnîşan kir, ên ku şerê dijminê herî mezin ê sedsala 21’an kirin, YPJ bû û wiha pêde çû: “Jinan rola xwe di kongreyên siyasê yên li derve de girt. Ji ber wê jî dewleta Tirk a dagirker bi hemû şêwazan hewl dide nuqteya xurt di şoreşê de bike hedef. Dewleta Tirk dibêje ku heger îradaya jinên pêşeng û serkêşên şoreşê weke Hevrîn Xelef bişkîne ew dikare me têk bibe."
 
‘KOBANÊ KELEMÊ DI QIRIKA TIRKIYEYÊ DE YE’
 
Şîraz Hemo, der barê hedefgirtina gundê Helinc ê Kobanê wiha axivî: "Li Kobanê Arîn Mîrkan agirê şoreşê pêxist û bi ser ket. Kobanê di qirika dewleta Tirk de kelemek e. Ji ber wê jî ew bombebaran kir. 3 jinên pêşeng ên Kongreya Star kir hedef. Ji kiryarên wan diyar dibe ku ew ji hêz û rêxistina jinan ditirsin. Rêxistina jinan bûye lêvegera hemû jinên cîhanê."
 
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Şîraz Hemo di dawiyê de bang li hemû jinan kir nêrînên xwe bikin yek û destekê bidin hev. Şîraz bang li rêxistinên cîhanî û navnetewî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin, sînor ji siyaseta ku Tirkiye li dijî gelê Kurd dide meşandin, deynin.