'Ji bin peymanê rakirina îmzeyê tê wateya rewakirina şidetê'

  • jin
  • 09:13 7 Tîrmeh 2020
  • |
img

HATAY - Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Parêzer Mehtap Sert destnîşan kir ku Peymana Stenbolê peymaneke jiyanî ye û bertek nîşanî hewldanên ji bo rakirina îmzeya li bin peymanê: "Heger îmzeya li bin peymanê bê rakirin ev tê wateya ku dewlet şideta ku dike rewa dike zêde dibe."

 
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Parêzer Mehtap Sert, bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê ku AKP'ê ew hedef girtiye.
 
Sert, bal kişand ser asta şidetê û got: "Di şeş mehên ewil ên sala 2020'an de 123 jin hatin kuştin. 61 jin hatin tacizkirin. 134 zarok hatin îstismarkirin, 31 jin jî bi tecawizê re rû bi rû ma. Zilaman herî kêm li 444 jinî fuhûş ferz kirin. Herî kêm 291 jin bi şidetê re rû bi rû man. Hem çapemeniyê ku ji bo ev peyman bê rakirin nûçe çêdikirin hem jî îqtidara siyasî, bikarhînerên medyaya civakî ku sedemên wekî orf û edetê didin der hwd. hemû zimanê şidetê rewa kirin. Bûn sedem ku şide li ser jinê zêde bibe."
 
'ŞIDETÊ QEDEXE DIKE'
 
Sert, bibîr xist ku Peymana Stenbolê heya niha ji hêla 40 welatên ku endamên Konseya Ewropayê ne hatiye îmzekirin. Sert, destnîşan kir ku di ser wekî wepyamneke di ser xala 90'edemîn re û hiqûq navxweyî re hatiye girtin.
 
Sert, diyar kir ku Peymana Stenbolê di warê hiqûqa navneteweyî de der barê şideta navmalê û malbatê de belgeyeke girîng e û got, şideta dderûnî, şopandina bi israr, şideta fizîkî, tecaawiz, zewicandina bi darê zorê, sinetkirina jinê, ferzkirina kurtajê, xesandina bi darê zorê, taciz, şideta cinsî hwd. hemûyan di xwe de dihewîne.
 
Sert, destnîşan kir ku armanca Peymana Stenbolê pêşî li şideta li ser jin û zarokan bigire, cihêkariya zayendî ji holê rabike û got: "Armanc, gihandina nifşek bêşidet û baş e. Heger îmzeya li bin peymanê bê rakirin ev tê wateya ku dewlet şideta ku dike rewa dike zêde dibe. Em jin em ê xwedî li temanîta xwe a li dijî şidetê Qanûna Jimare 6284'an û Peymana Stenbolê derkevin."
 
MA / Hamdûllah Kesen