Jin wê meşa fînalê li Agirî û Dersimê li dar bixin

  • jin
  • 09:06 3 Tîrmeh 2020
  • |
img

AMED - Berdevka Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê Hediye Karaaslan, anî ziman ku di pêvajoyeke ku jin hedef tên girtin de ji bo bilindkirina têkoşîna jinê û xurtkirina rêxistinbûyînê kampanyaya "Têkoşîna Jinê Li Her Derî Ye" dane destpêkirin û got, piştî vê kampanyaya ji bo mehekê wê têkoşîna jinê berdewam be. 

Meclîsa Jina ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya kampanyaya "Li Dijî Îstismar, Înfazê, Qeyûman Em Jî Hene, Têkoşîna Jinê Li Her Derî Ye" de bernameyek mehane amade kir. Wê jin fînala kampanyayê di 12'ê Tîrmehê de li Dersimê bikin û wê bi vê re bal bikişînin ser rewşa Gulîstan Dokûyê. Her wiha wê li Agiriyê jî hin çalakî bên kirin ku di demên dawî de bi cinyateên jinan di rojevê de ye. Ji xeynî vê wê li Mêrsîn, Stenbol û Aydinê jî meş bên lidarxistin. 
 
Hevberdevka Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê Hediye Karaaslan, kampanyaya "Têkoşîna Jinê Li Her Derî Ye" nirxand. 
 
Karaaslan, anî ziman ku di nav jiyana civakiyî de xuyangbûna refleksa jinê bivênevê ye. Karaaslan, anî ziman ku ji bo li hemberî cinayetên jinan û şideta li ser jinê yên di dema pandemiyê de zêde bûne hayjêxwebûnê bidin der tevgeriyane û got, 18 salên îqtidara AKP'ê, nêzîkatiya wê ya ji bo jinê û polîtîkayên wê û cinayetên jinan heverastî hev in. 
 
'NETEWEPERESTÎ Û ZAYENDPARÊZÎ' 
 
Karaaslan, ji bo vê heverastiyê got: "Çimkî bi taybetî îqtidarê xwe li ser du stûnan daye rûniştandin. Yek; neteweperestî ye. Bi vê neteweperstiyê re dijminatiya bi kurdan re kûrtir dike. Ya dudoyan jî zayendparêzî ye. Ji xwe neteweperestî û zayendparêzî hev du xurt dikin, heverastî hev in. Ev zayendparêzî di ser polîtîkayên dijminatiya jinan dikin re şikil girt." 
 
Karaaslan, bilêv kir ku ji ber vê di dema pandemiyê de jî şideta li ser jinê zêde bûye û tevdîr nehatine girtin. Karaaslan, diyar kir ku di vê pêvajoyê de îqtidarê stargehên jinan girtine û di bin navê qanûna înfazê de jî kesên di vî warî de sûc kirine hemûyan berada. Karaaslan, anî ziman ku kesên têkoşîna jinan bi rê ve dibirin û di nav siyasetê de cih digirtin hatine girtin, lê belê yên li hemberî jinan sûc kirine jî hatine berdan. 
 
'ÎŞKENCEYA BI KÛÇIKAN HAT KIRIN PERÇEYEK QIRKIRINA JINÊ YE' 
 
Karaaslan, ji bo operasyonên li ser rêvebir û endamên Komeleya Jina ya Rosayê û Tevgera Jina Azad (TJA) jî got, berdewama "polîtîkayên qirkirina jinê ye" û ji bo îşkencekirina Endama Desteya Rêvebiriyên herêmî û Aktivîsta TJA'yê Rojbîn Çetînê ku bi kûçikan hat îşkencekirin jî got, ev jî perçeyek vê qirkirinê ye. Karaaslan, diyar kir ku îqtidar hewl dide ku jin dixwaze "jina maqûl" biafirîne û got: "Îqtidar difikire ku wê bi pîvana xwe ya jina maqûl tevahiya civakê dîzayn bike, wê di çaçroveyeke bîrdoziyî de bide rûniştandin û ên li dijî vê jî tev digerin wan dide girtin an jî bi awayê îşkencekirina Rojbînê wan bitepisîne. Helbet divê nêzîkatiya ji bo Rojbînê divê bi taybetî bê nirxandin. Tam di pêvajoyeke ku me kampanyaya xwe bi rê ve dibir, deklerasyona xwe ya hevserokatiyê aşkere dikir û li dijî qanûna înfazê refleks nîşan didan de hem nasnameya siyasî ya Rojbînê, hem jî nasnameya wê ya hevsrokatiyê hedef hat girtin. Jinên siyasetê dikin hemû hedef hatin girtin." 
 
Karaaslan, anî ziman ku di pêvajoyeke ku jin hedef hatine girtin de ji bo bilindkirina têkoşîna jinê û xurtkirina rêxistinbûyînê kampanyaya "Têkoşîna Jinê Li Her Derî Ye" dane destpêkirin û got, bi dirûşmeya "Jin li her derî ne, têkoşîn li her derî ye, rêxistinbûyîn li her derî ye" ketine rê. 
 
'HEYA POLÎTÎKAYÊN ZAYENDPARÊZ HEBIN WÊ TÊKOŞÎN JÎ HEBE' 
 
Karaaslan, anî ziman ku li girtîgehan, li fabrîke û malan, li kuçe û kolanan ji bo berxwedaneke sivîl ketine nav liv û tevgeran û got: "Li dijî van polîtîkayên zayendparêz ên îqtidarê, li dijî pêkanînên ku di asta qirkirina jinê de ne wê refleksek derkeve holê. Helbet wê bi kampanayeyek ji bo mehekê ev zayendîparêzî ji holê ranebe. Ev destpêkek e. Bi taybetî di pêvajoya pandemiyê de li dijî tekparêzî û zayendparêziyê ye. Wê ev têkoşîn dewam bike. Wê di dawiya kampanyayê de jî ev nirxandin bên kirin. Her wiha wê di dawiya kampanyayê de hin nêzîkatî jî bên diyarkirin. Em baş dizanin heya ev polîtîkayên zayendparêz hebin wê ev polîtîka dewam bikin." 
 
HEVSEORKATΠ
 
Her wiha Karaaslan, bal kişand ser êrîşên li ser pergala hevserokatiyê jî û got: "Pergala hevserokatiyê destkeftiya tevgera feminîst û têkoşîna jinê ya 40 salan e. Destkeftiyeke berbiçav, partîk û civakiyî ye. Em dixwazin vê destkeftiyê di ser temsîliyeteke wekhev re pêk bînin. Em wê wek divê li hemû qadên jiyanê pêşiya jinê bê vekirin tarîf dikin. Yanî em hevserokatiyê naynin asta qoltixa jinekê û mêrekî ye, parvekirina îqtidarê û rolê. Ji xwe bi qasî ku neyê vê astê girîng e. Em tekparêziyê pênase dikin. Em dibêjin, siyaseta heyî, jiyana heyî xwe li ser 'pîvanên maqûl' ên tekparêziyên ku dixwaze li me ferz bike pênase dike. Ev tek kî ye, mêrantî ye, mêr e, îqtidar e, hêz e. Lê em tevgerên jina û HDP, dîtina xwe li ser duyatiyê pênase dikin. Yanî di civakê de jiyana jin û mêr çi be, divê di jiyanê de jî wiha be. Em têkiliyên civakiyî jî lig or vê tarîf dikin." 
 
Karaaslan, anî ziman ku sedemeke din a ku jin hedef tên girtin jî parastina hevserokatiyê ye û got, îqtidara ku zayendîparêziyê temsîl dike naxwaze jin di siyasetê de cih bigire û got: "Yanî naxwaze siyaset demokratîk bibe. Loma pergala me ya hevserokatiyê ev qasî tê krîmînalîzekirin." 
 
Karaaslan, destnîşan kir ku wê li dijî êrîşên li ser destkeftiyên jinan û şidetê têkoşînê bilind bikin.