'Bi HES'an bîra civakê û gelan tune dikin'

  • jin
  • 16:18 1 Tîrmeh 2020
  • |
img
WAN - Meclîsa Jinan a HDP'ê di çarçoveya "Têkoşina jinan li her derê ye" bi armanca HES'a ku li Geliyê Zîlan tê avakirin şermezar bikin daxuyanî dan û gotin: "Ji Heskifê heta Geliyê Zîlan dirok û bîra civakê di bin beton û avê de dihêlin 
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya kampanya “Tekoşîna Jinan li Her derê ye", bi boneya HES'ên ku li Geliyê Zîlan tên avakirin û bendava Heskifê şermezar bikin li ber avahiya HDP'ê ya Erdîşa Wanê daxuyanî dan çapemeniyê. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamenterên HDP'ê Muazzez Orhan û Hevseroka HDP'ê ya Wanê Oznur Bartin jî tev li çalakiyê bûn. Jinan di çalakiyê de pankartên “Ji talankirin û wêrankirina bîr, bawerî, çand û xwezaya Zîlan re bêjin raweste. Em ji talankirina Ekolojîuk re bêjin raweste" û “Em destûr nadin talankirin û wêrankirinê. Em ji talankirina ekolojîk re bêjin bes e. Li pêşeroja xwe xwedî derkevin" vekirin. 
 
Li ser navê jinan Muazzez Orhan daxuyanî da. Orhan, anî ziman ku bêyî li daxwazên civakê yên xwezayî binerin hemû qadên ekolojîk talan û wêran dikin û wiha got: "Biryara şîrketên rantxur û talanker esas digirin. AKP, li ser axa Kurdan bi HES û kanên din hewl dide ekolojiyê talan bike bîra civak û gelan tune û talan bike. Li herêmê bi HES'an bîra çandî, dîrokî û hafizaya gelan tune dikin. Mafê gel ê avê didin şîrketên taybet. Bi hezaran daran dibirin û pêşkêşî rantxuran dikin. Herikîna çem û rûbaran diguherînin û xwezayê talan û wêran dikin." 
 
Orhan, herî dawî anî ziman ku dakistan nefesa wan û av jiyana wan e û got: "Em bi hevre dikarin vê yekê biparêzin."