TJA Zeynep Kinaci bi bîr anî

  • jin
  • 13:47 30 Hezîran 2020
  • |
img
AMED – TJA’yê Zeynep Kinaci ya di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersimê jiyana xwe ji dest da bi bîr anî.
     
Tevgera Jinên Azad (TJA), Zeynep Kinaci (Zîlan) a di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersimê çalakî li dar xist û jiyana xwe ji dest da bi daxuyaniyek nivîskî bi bîr anî. Di axuyaniyê de hat gotin li ser axa Mezopotamyayê berxwedêrên bêhejmar têgihîştine û wiha hat gotin: “Tekoşîn, berxwedan, zanîn û felsefeya wan li ser vê axê ji vî civakê re bû pêşeng. Yek ji van jinên berxwedêr jî Zeynep Kinaci ye. Zeynep li ser axa Mezopotamyayê li dijî feodaliyê, erîl û zîhniyeta dagirker têkoşîya û bû mînak. Berxwedana Zeynep Kinaci ji bo têkoşîna jinan bû manifesto. Em wek jinên TJA’yê kesên di têkoşîna azadî û vejînê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin. Em soza şopdariya felsefeya wan didin.”