Armanca wê li her deverê reng û dengê jinê hebe

  • jin
  • 09:10 30 Hezîran 2020
  • |
img

QERS - Şaredariya Qersê ku di 14 mehan de di gelek qadan de ji bo jinan tiştên girîng kirine, hewl dide ku Qersê ji hilberînê heya mekanîzmaya biryargirtinê veguherîne bajarê jinan. 

Şaredariya Qersê ya HDP'î ji 31'ê Adara 2019'an heya niha ji bo jin li qadên jiyanê hemûyan xwedî heman derfetan bin û ji bo pêşî li ber cihêkariya pîşeyî û civakiyî bê girtin bênavber dixebite. Şaredariyê di nav salekê de ji bo jinan gelek proje pêk anîne; Navenda Piştevaniyê ya Jinê, Mor Cafe, Bazara Kedê ya Jinê, Mala Tendûrê, Xeta Morê hwd. 
 
BAZARA KEDÊ YA JINÊ 
 
Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, diyar kir ku piştî hilbijaartina herêmî ya 31'ê Adarê bêtir li ser xebatên der barê jinan de sekinîne û got, ji bo jinên qersî pirsgirêka mezin îstihdam bûye û ji bo vê pirsgirêkê çareer bikin xebitîne. Alaca, destnîşan kir ku bi derfetên şaredariyê tenê peydakirina qadên îstihdamê zehmet e û got: "Li Qersê gelek jinan li malên xwe xişr û neşir, çente, şihîre hwd. çêdikirin. Lê belê deverek tunebû ku van berên xwe bifiroşin. Me jî ji bo jin karibin berên xwe bifiroşin Bazara Kedê ya Jinê çêkir. Eleqeyeke zêde ji bo vê bazarê hebû. Niha ji ber pandemiyê bazara me pir neçalak e. Lê di nêz de em ê dîsa çalak bikin û hejmara dezgên bazarê zêde bikin." 
 
ELEQEYA JI BO MOR KAFEYÊ 
 
Alaca, anî ziman ku ji bo keda jinê xuyangtir bikin û îstihdamê zêdetir bikin li Parka Îsmaîl Aytemîz Mor Cafe vekirine Alaca, diyar kir ku li kafeyê 7 jin dişixulin û got: "Jinên qersî xwarinên xwecihî yên li malên xwe çêdikin didin mişteriyan. Her wiha rîçal û penêrên ku li gundan tên çêkrin jî tên firotin. Ji roja me kafe vekiriye heya niha eleqeye pir baş ji bo wê heye." 
 
NAVENDA PIŞTEVANIYÊ YA JINÊ 
 
Alaca, bilêv kir ku ji bo di warê derûnî, civakî û hiqûqî de piştgiriya jinan bikin Navenda Piştevaniyê ya Jinê vekirine û got, dê paşê navend ajinê vekirana lê belê ji ber di dema pandemiyê de şideta li ser jinê zêde bûye zûtir vekirine. Alaca, da zanîn ku di nav du mehan de bi 220 jinî re hevdîtin pêk anîne û got: "Li navenda jinê hevalên me yên pisporê xizmeta civakiyî hevdîtinan bi jinan re çêdikin û di hevdîtinan de pirgirêkên wan, xwestek û daxwazên wan ên ji bo şaredariyê tespît dikin. Tişta herî zêde jin behsa wê dikin betalî û şideta pê re rû bi rû dimînin. Helbet ji bo jinan bilêvkirina van pirsgirêkan ne rihet e. Beriya her tiştî divê bi kes an jî saziya muxatab bawer be. Bawerim di demeke kurt de baweriya ji bo me xurt bû. Her wiha di warê hiqûqî de jî bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Jinên dixwazin dev ji hevjînê xwe berdin an jî ji ber şidetê dixwazin di warê hiqûqî de piştgiriya wan bê kirin hene. Ji bo vê jî em û parêzerên jin ên Baroya Qersê pev re dixebitin. Di vê çarçoveyê de me di warê hiqûqî de piştgiriya 2 jina û di warê civakî de jî piştgiriya 25 jina kiriye." 
 
XETA MORÊ 
 
Alaca, destnîşan kir ku ji bo pêşî li ber şideta li ser jinê tê kirin û mexdûrkirina zarokan bê girtin, ji bo parastin û pişgiriya jinê Xeta Morê çêkirine. Alaca, anî ziman ku jin bi saya Xeta Morê rasterast xwe digihînin kesên eleqedar  û ot: "Jinên piştgiriya wan tê kirin rasterast ji hêla pisporên xizmeta civakiyî ev tên pêşwazîkirin. Her wiha ji bo xizmeteke baş û şopandina pêvajoyê jî em cedwela şopandinê çêdikin." 
 
Her wiha Alaca, anî ziman ku li qadeke aydê Şaredariya Qersê jî Mala Tendûrê çêkirine û li vê malê jinek dixebite û wê di nêz de hejmara kesên li vir bixebitin zêdetir bibe. 
 
MA / Dîndar Karataş