'Wê dîmenên pirê aqûbeta Dokûyê zelal bike'

  • jin
  • 09:46 29 Hezîran 2020
  • |
img

AMED - Parêzerê malbata Gulîstan Dokûyê Alî Çîmen, wê dîmenên li Pira Sari Saltûkê hatine girtin û ji pêzaniyê re hatine şandin wê bûyerê zelaltir bike.

Xwendekara Zanîngeha Dersimê Gulîstan Dokû 177 roj in winda ye. Ji lêpirsîna hatiye destpêkirin jî heya niha tiştek derneketiye û der barê gumnbar Zaînal Abarakov û malbata wî de jî tiştek nehatiye kirin. Parêzer malbatê Alî Çîmen der barê lêpirsînê, nakokokiyê tê de û reşkirina delîlaln de agahî parve kirin.
 
REWŞA LÊPIRSÎNÊ
 
Parêzer Alî Çîmen, anî ziman ku di lêpirsînên ji bo windayan de hin pîvan hene, lê belê di lêpirsîna Dokûyê de ev pîvan esas nehatine girtin. Çîmen, destnîşan kir ku di lêpirsînên der barê windayan de pêşî kesên pir nêzî winda; hevjîn, destgirtî û dildar, tên lêpirsînkirin û got: "Aha bersiva vê pirsê îşaret bi Zaînal Abarakov dike. Her wiha di pîvanên tê lêkolînkirin ka kesekên pê r ehisûmeteke wan heye yan na. Bersivê vê pirsê jî îşaret bi Abarakov dike. Ji ber ku ev krîter hemû îşaret bi heman kesî dikin divê bihata girtin. Lê ji bo bê vê biryarê dereng man."
 
DÎMENÊN PIRÊ Û NAKOKÎ
 
Çîmen, diyar kir ku îdiayên tê gotin Dokû întihar kiriye pûç bûne û got, piştî dîmena wesayîteke ku li ser Rêya Pêrtagê diçû hatine girtin û tê gotin aydê Dokûyê ne, derketiye holê ku Dokû ber bi navenda bajêr ve çûye. Çîmen, diyar kir ku îfadeyên şahidan hene û ev îfade jî nîşan didin ku ev dîmen bêwate ne. Çîmen, got: "Wesayîta ku di 5'ê Çileyê saet di 12.24'an de dîmen girtine saet di 12.24'an de tê Xarpêtê. Yanî diviya beriya wê di pirê re derbas bibûna. Ev saet û dîmen û agahiyên tên parvekirin li hev dernayên. Sinyala telefona Gulîstanê saet di 12.21'ê de qut dibe. Lê belê şahid kincê li ser Gulîstanê yên saet di 16.41'ê de tarîf dikin û dibêjin ji ji hêla pirê ber bi bajêr ve meşiyaye. Yanî dîmenên wesayîtê ku tê gotin ên Gulîstanê ne ne daneyeke têkûz e. Çimkî piştî van dîmenan hin kes Gulîstanê dibînin."
 
HEVDÎTINÊN TELEFONÊ
 
Çîmen, bibîr xist ku piştî bûyerê 54 roj şûnde telefona gumanbarê sereke Zaînal Abarakov tê desteserkirin û got, ji bo peyamên Abarakov û kesa bi navê "mama" hatiye qeydkirin gotine "peyamên taybet in" û nehatine lêkolînkirin. Çîmen, destnîşan kir ku ev yek nayê qebûlkirin û got, ji bo ev yek di raporê de cih bigire îtiraz kirine.
 
Çîmen, anî ziman ku haya gumanbar pê hatiye xistin ku wê telefona wî bê desteserkirin û got, ev yek jî kiriye ku dumanbar "delîlan ji hoê rabike."
 
REŞKIRINA DELÎLAN
 
Çîmen, destnîşan kir ku gumanbar tiştên wê bi kêrî wî bên giş kopî kirine û delîlên der barê Gulîstanê de jî jê birine. Çîmen, got: "Gulîstan di 5'ê Çileyê de winda dibe, lê gumanbar 52 rojan hema bêje peyamekê jî ji Gulîstanê re naşîne. Gava pê dihese wê telefona wî bê desteserkirin li ser hev du peyaman ji Gulîstanê re dişîne. Ev yek jî nîşan dide ku wexta Gulîstan winda dibe gumanbar qet pê re pêwendiyê danayne. Heger lêpirsînek çêbibe wê ev pir jê bê pirsîn. Îjar ji bo pêşî li ber vê pirsê bigire bi peyaman delîlên sexte çêkirine. Diviya biha girtin. Lê bawer nakim bê girtin."
 
TALÎMATÊN DOZGER
 
Çetîn, anî ziman ku ji ber bavê gumnabra polîs e û di lêpirsîna Dokûyê de cih digire bûyer bi rihetî çareser nabe û got: "Mesele, bavê wî di lêpirsînêd e cih digire. Li holê malbateke gumanbar heye. Her wiha ev malbat di lêpirsînê de jî cih digire. Dibe ku ji hêla qanûna usûlê ya cezayî ve ji bo vê sererastkirinek tunebe lê ji hêla ehlaqî ve nerast e. Dikaribûn lêpirsînê bidana cendirmeyan. Her wiha hin talîmatên der barê bavê gumanbar de jî hene. Lê belê talîmatên dozger pêk nehatine. Ji bo pêk neynin jî hin bahane çêkirine. Hê ew dane baş nehatine berhevkirin. Heger bên berhev kirin em ê li gor wê tev bigerin."
 
Çîmen ji bo îdiaya ku tê gotin Dokûyê li pey xwe nameyek hiştiye û întihar kiriye jî got, tiştekî wiha tuneye.
 
AQÛBETA GUMANBAR
 
Çîmenî anî ziman ku malbata gumanbar jî bi hinceta "terorê" ji bajêr çûye û got: "Peywira polîs, biparêze, ewlehiyê pêk bîne. Heger li vira 'teror' hebe wê gelê li vira û hevalên wî yên kar çi bikin? Ji ber ku polîs e, peywira parastine. Her wiha der barê gumanbar Abarakov de jî tu mueyîde pêk nehatine. Li holê ev qas delîl û şahid hene lê tiştek nehatiye kirin. Çûyîna derveyî welat jî lê qedexe nekirine. Gava em bixwazin em nikarin xw ebigihînê. Ji bo bersiva pirsên xwe divê em karibin xwe bigihînin gumanbar."
 
DÎMEN TÊN LÊKOLÎNKIRIN
 
Çîmen, anî ziman ku dîmenên li Pira Sari Saltûkê hatine girtin û tê gotin aydê Dokûyê ne ji pêzaniyê re şandine û got: "Wê encama pêzaniyê aqûbeta Gulîstanê aşkere bike. Heger ew dîmen ji pêzaniyê bên wê dosye hel bibe. Yanî wê rapora der barê peyamên di navbera gumanbar û kesa bi navê 'mama' hatiye qeydkirin dosyeyê ronî bike."
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel - Fethî Balaman