Zeyneb Celaliyan carek din veguhestin cihek ne diyar

  • jin
  • 13:41 28 Hezîran 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girsiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku niha li girtîgehê bi vîrûsa koronayê ketiye û dest bi gireva birçîbûnê kiribû, carek din veguhestin cihek nediyar.

Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) hêzên rejîma Îranê girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ji girtîgeha Qerçek ya Weramîn veguhestin cihek nediyar.
 
Di nûçeye li ser malpera KMKK’ê hat dayîn de, hat diyar kirin ku tu agahiya malbata Zeyneb Celaliyan ji rewşa wê nîne û nizanin veguhestine kûderê û derbarê çarenûsa wê de tu agahiyek tuneye. Hat dest nîşan kirin ku hêzên Îranê di heman demê de, ji ber nerazîbûna veguhestina Zeyneb Celaliyan êrişî girtiya siyasî ya Kurd Soheyla Hejab kirine û derp kirine. Hat ragihandin ku Soheyla Hajab ji dest û lingên xwe birîndar bûye.
 
Girtiyên siyasî yên kurd Zeyneb Celaliyan, Soheyla Hejab û Sekîne Perwane yên li Girtîgeha Qerçekî dimînin,  ji bo daxwazên ban bên qebûlkirin berî çend rojan dest bi reva birçîbûnê kiribûn. 
 
 
Girtiya jin a siyasî Zeyneb Celaliyan di 27’ê Gulana 2020’an de ji Girtîgeha Xoy sewqî Girtîgeha Qerçek a nêzî Tehranê hatibû kirin. Girtiya Siyasî Celaliyan ji 20’ê Hezîranê ve li Girtîgeha Qerçek a nêzî Tehranê greva birçîbûnê de bû.