Jin hem hildiberînin hem jî çanda xwe diparêz in

  • jin
  • 09:21 25 Hezîran 2020
  • |
img

DERSIM - Jinên li Dersimê, di “Kooperatîfa Jinan a Zembul” de kom bûn, hem bi hilberîna dikin keda xwe dîtbar dikin û hem jî xwedî li çanda xwe derdikevin. 

Li navenda Dersimê, Kafeya Zembul a bi pêşengtiya jinan di sala 2019’an de hat vekirin, bû kooperatif. Li kafeya ku binavê “Kooperatîfa Jinan a Zembul” hat avkirin, jin bi keda destên xwe hilberînê dikin û xwarinên bi tehm çêdikin. Jin di binê destegeha kafeyê de, nanê sêlê çêdikin. Ji li ser sîparîşan berhemên çêdikin dişînin ji derveyî bajêr û di firoşin. Jin, xwarinên weke nanê bi rûn, zerfet, şîresor, şîretkut, kutilik, qelî, nanê sêlê, manti û kuftikên li gorî devera herêmê çêdikin. Di kooperatîfa jinan a berî 6 mehan karê xwe yê fermî bi dawî kir de 11 jin dixebitin.
 
JI BO KU KEDA JINAN DERBIKEVE HOLÊ 
 
Endama Desteya Kontrolkirina Kooperatîfê Ozlem Demîr, bal kişand ser pêvajoya avakirina kooperatîfê û wha axivî: “Çawan ku me karê fermî yê kooperatîfê bi dawî kir, em bi jinan re hatin gelhev. Berî 6 mehan me kooperatîfa xwe ava kir. Ji ber pêvajoya pandemiyê me pirsgirêkên cidî jiyan. Em hewl didin keda xwe dîtbar bikin. Beşên meyên kafê û çêkirinê hene. Em hemû hilberînên difiroşin bi destên xwe çêdikin. Em ji derve de tiştekê nakirin û bi kar nayînin. Weke kooperatif em hewl didin, xwarên bi tendurist bigihîin gel. Ez kotilkan çêdikim. Hevalên min ên din jî xwarinên din çêdikin. Em dixwazin hemû çanda xwe ya xwarinê ya herêmî pêşkêşî welatiyan bikin. Armanca me ya sereke ew ku em Zembul bikin marqeke herêmî.”
 
‘EM JIN JI MALÊN XWE DERDIKEVIN!’
 
Denîr, diyar kir ku bi vê xebatê ji malên xwe derdikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li malê em li zarokên xwe mêze dikin. Dema ku jin tên gelhev, teqez tiştekê diafirînin. Ev salek û nîve em li vê derê dixebitin. Her tiştî em bi xwe amede dikin. Gava ku jin tên bahev bi hêztir dibin. Divê tu jin keda xwe ne veşêrin. Bila derbikevin derve û bixebitin.” 
 
MA / Ayşe Surme