Jinan Dosyeya Hevserokatiyê eşkere kir: Em ê dest ji temsîlyeta wekhev bernedin

  • jin
  • 16:40 24 Hezîran 2020
  • |
img
AMED – Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran di civîna eşkerekirina Dosyeya Hevserokatiyê  de axivî û got: “Pergala hevserokatiyê tirsa nava dilê îqtîdarê ye. Em ê dest ji xeta xwe ya mor hevserokatiyê û temsîlyeta wekhev bernedin.” 
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê li Amedê di çarçoveya kampanyaya “Têkoşîna jinan li her derê ye” Dosyeya Hevserokatiyê ya bi sernavê “Ji bo temsîlyeta wekhev û beşdariya wekhev” bi civînek çapemeniyê ragihand. Civîn li kafeyek taxa Dîclekentê ya Amedê pêk hat. Gelek jin beşdarî civînê bûn û dowîzan hildan û dirûşm berz kirin. Jinan pankarta “Pergala hevserokatiyê xeta me ya mor e” vekirin. Di civînê de deklerasyona Dosyeya Hevserokatiyê hat eşkerekirin. 
 
Di civînê de wilî nameya siyasetmedar Gulten Kişanak a girtî hat xwendin.  Hevşaredara Silopiya Adalet Fîdan axaftinek kin kir û got wê têkoşîna jinan bênavber bidome. Pişt re Hevşaredara Mêrdînê Fîgen Altûndag a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin axivî û behsa girîngiya temsîliyeta wekhev kir.  Pişt re Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayeş Acar Başaran axivî. 
 
‘HER SÊ JIN BI ZANEBÛN HATINE QETILKIRIN’ 
 
Başaran wiha axivî: 
“Ev demek dirêj e jin di bin dagirkeriyê de ne. Roja me dest bi meşa demokrasiyê kir, Tirkiyê êriş bir ser Başûrê Kurdistanê. Duh jî li Kobanê êriş pêk anîn. Kobanê bi pêşengiya jinan li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dabû. Di êrişê de sê hevalên me jin hatin qetilkirin. Kuştina her sê hevalên me jin wek qetilkirina Sakîneyan û Sêvêyan bû. Bi bombebarana îqtîdarê li Kobanê hatin qetilkirin. Wê tu demê îradeya jinan nekeve. Em vê êrişê bi tundî şermezar dikin. Wê tu demê bi van êrişan nikaribin têkoşîna jinan paş de bixînin û asteng bikin. Îro hemû jinên kurd Zehra û Emîne ne. Wê her tim berxwedana jinan li dijî van êrişan li ser pêya be û dê têbikoşin. Bi zanebûn kirine armanca xwe û ew qetil kirin. 
 
Em soz didin hevalen xwe jin û ji bo daxwazên hevalên me jin hatin qetilkirin. Em ê têkoşîna wan bilind bikin. Ji bo azadiya jinan, azadiya gelê kurd û Rojhilata Navîn wê têkoşîna me bênavber berdewam bike.
 
QEYÛM DESTKEFTIYÊN JINAN TALAN DIKE 
 
Qeyûm di serî de êrişî gelê kurd dike. Îradeya gelê kurd qebûl nakin. Nahêlin ku em xwe bi rêve bibin. Me bi destê van qeyûman asîmile dikin û bênasname dihêlin. Tenê ne êrişî îradeya gelê kurd dikin. Êrişî hebûn û nasnameya jinan jî dikin. Dixwazin jinan hepsî malê bikin. Eşkere ji jinan re dibêjin hûnê nikaribin bibin îrade. Dixwazin îradeya jinan tune bikin. Rast e şaredaryên me hatine dagirkirin. Lê em ê bêhelwest nemînin. Wê têkoşîna me li hemberî vê zîhniyeta baviksalar û êrişa li ser jinan berdewam bike. 
 
Karê me zehmet e. Ev pergala xwe li dijî me bi rêxistin kiriye ne pergalek nû ye. Kevnare ye. Bi hezarê salan e jinan tune dikin û nahêlin jin bibin xwedî îrade. Çawa me vê pergala hevserokatiyê li cîhanê da nasîn, em ê vê pergalê li her deverê belav bikin. Wê jin bi azadiya xwe civakê azad bikin. Têkoşîna me li dijî dagirkerî, desteserkirin, êriş û qetilkirinê mezintir dibe. Pergala hevserokatiyê tirsa nava dilê îqtîdarê ye. Em ê dest ji xeta xwe ya mor hevserokatiyê û temsîlyeta wekhev bernedin.” 
 
Piştî axaftina Başaran jinan dirûşm berz kirin û dawî li bernameya xwe anîn.