Jin û ciwan: Tişta ku DAIŞ temam nekir, Tirkiye temam dike'

  • jin
  • 15:57 24 Hezîran 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan jin û ciwan ên Kantona Qamişloyê û Hesekê, qetilkirina 3 jinên Kurd ên li Kobanê bi SÎHA hatin kuştin, şermezar kirin û gotin: "Tişta ku DAIŞ nêvî hişt îro Tirkiye temam dike." 
 
Bi sedan jin û ciwan êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Piştî şevê din Balafirên Bê Mirov ên Bi Çek ên Tirkiyeyê (SÎHA) şevê din, maleke gundê Helincê yê kantona Kobanê hedef girt. Di êrîşê de 2 endamên Kooordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl û Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan. Jin û ciwan li navçeyên Til Hemîs, Til Birak, Tibespiyê û Dêrikê û Hesekê qetilkirina 3 jinên Kobanî şermezar kirin. 
 
TIL HEMÎS
 
Jinên navçeya Til Hemîsê li pêş Navenda Kongreya Star a navçeyê kom bûn ku beşdarî daxuyaniyê bibin. Endama rêveber a Kongreya Star Coza Hasod daxuyanî xwend. Jinan di daxuyaniyê de wiha gotin: "Îro dewleta Tirk a faşîst bajarê şehîdan, bajarê berxwedêr ê Kobanê hedef digire ku rastî gelek êrişên DAIŞ’ê hat. Îro jî Erdogan rêwîtiya sûcên DAIŞ’ê bi hedefgirtina gundê Helincê û şehîdkirina hevrê Zehra Berkel, Hebûn Mela Xelîl û Emîne Weysî temam dike. Erdogan û DAIŞ heman rû ne, nûnertiya teror, kuştin, girtin û koçberiyê dikin. Em bang li jinên tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Sûriyê giştî û tevahî cîhanê dikin ku li hember dewleta Tirk serî hildin. Her wiha bang li NY’yê, Meclisa Ewlehiyê, rêxistinên mirovî dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî li hember van sûcan rabin."
 
TIL BIRAK
 
Jinên navçeya Til Birakê jî bi daxuyaniyê êrîş şermezar kir. Endama rêveber a Kongreya Star Henan Silêman daxuyanî da û êrişa Tirkiyê li ser bajarê Kobanê şermezar kir û got: "Êrişa faşîst li dijî Kobanê ku şeva 23’yê Hezîranê saet di 19:30’an  de gundê Helincê yê rojhilatê Kobanê kiriye armanc. Em vê êrîşê şermezar dikin. Em dê li ser rêça şehîdan bin û bang li civaka navneteweyî di serî de NY’yê, rêxistinên têkildarî mafên jinan û mirovahî kir ku sûcdarên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiyan pêk tînin, muhasebe bikin." 
 
TIRBESPIYÊ
 
Endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Xaliya Eyob jî li pêş navendê daxuyanî xwend. Eyob, diyar kir ku ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire. Eyob, bang li civaka navneteweyî kir ku xwest bi lez tev bigerin ku komkujî û sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet jinan pêk tîne, rawestînin. inên navçeya Tirbespiyê piştrast kir ku hedefa Erdogan şikandina vîna jinên azad dixwaze, her wiha diyar kir ku di têkoşîna demokratîk de berdewam in û dê li hember faşîzmê bilind bikin.
 
DÊRIK
 
Bi dehan şêniyên Dêrikê, endamên saziyên civaka sivîl li Qada Şehîdan a naverasta sûka navendî ya bajêr tevî alên Kongreya Star kom bûn ku beşdarî daxuyaniyê bibin. Endama rêveber a Kongreya Star Wesfa Murad daxuyanî xwend û wiha hate gotin: "Di kesayeta şehîdên Zehra, Hebûn û Emînayê de tevahî şehîdên azadî bi bîr tînin û soza şopandina rêça wan û sekna li hember faşîzma Tirk ku jinan dike hedef, didin. Bang li tevahî dewlet û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker ku li herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û sivîlan hedef digire, tev bigerin.”  Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana jinan û bi banga bilindkirina têkoşînê bi dawî bû.
 
HESEKÊ
 
 
 
Li Hesekê Ciwanên TEV-DEM’ê li navenda xwe ya taxa Til Hecer û bi beşdariya bi dehan endamên wê, daxuyanî da. Endama Ciwanên TEV-DEM’ê Cand Xelef daxuyanî xwend. Canda Xelef wiha got: "Em Ciwanên TEV-DEM’ê yên Hesekê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên 23’yê Hezîranê li dijî gundê Helincê yê Kobanê ku di encamê de 3 jin şehîd bûn, şermezar dikin.” Daxuyanî bi dirûşmên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk bi dawî bûn.