‘Em ê vîna xwe radestî qeyûman nekin’

  • jin
  • 14:32 24 Hezîran 2020
  • |
img
HATAY – Hevseroka HDP’a Hatayê Aysel Eşîyok bertek nîşanî danîna qeyûman da û got: “Em ê vîna xwe radestî qeyûman nekin.” 
 
Meclîsa Jinan a HDP’a Hatayê di çarçoveya kampanyaya “Têkoşîna jinan li her derê” ye li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka HDP’a Hatayê Aysel Eşîyok axivî û diyar kir ku bi danîna qeyûman armanca ewil astengkirina destkeftiyên jinan e. Eşîyok anî ziman ku pergala hevserokatiyê xeta wan mor e û ew ê tevî hemû zext, desteserkirin û êrişan jî têkoşîna xwe bidomînin. Eşîyok bertek nîşanî danîna qeyûman da û got: “Em ê vîna xwe radestî qeyûman nekin.”