Jinên Qamişloyê xwestin Tirkiyeyê bê cezakirin

  • jin
  • 14:30 24 Hezîran 2020
  • |
img

QAMIŞLO - Bi sedan jin li Qamişloyê kom bûn û bi dirûşmeya  "Li ser rêça Hevrîn û Zehrayan em ê têkoşînê bilind bikin" kuştina 3 jinên Kurd ên li Kobanê şermezar kirin. Jinan bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku bi erkên xwe yên exlaqî hesab ji Tirkiyeyê bipirsin. 

 
Bi sedan jin, ji bo şermezarkirina komkujiya 3 jinên Kurd ên li gundê Helincê yê Kobanê, bi dirûşma "Li ser rêça Hevrîn û Zehrayan em ê têkoşînê bilind bikin", li pêş navenda NY’yê ya li bajêr kom bûn û çalakî li dar xistin. 
Xwepêşandêran bi rêya dirûşmeyên xwe banga lêpirsîna TSK'ê ya li ser sûcên wê yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Jinan, berxwedana ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, silav kir. Endama Koordînasyona Kongreya Star Daliya Henan êrişên Tirkiyeyê yên li dijî jinan şermezar kirin û got: "Êrişên Tirkiyê nikarin berxwedana me ya di oxira azadiyê de bişikînin, Tirkiye nikare planên xwe yên dagirkirinê pêk bîne. Em bang li rêxistinên hiqûqî û rêxistinên bi navê mafên mirovan dikin ku çav li ser komkujî û sûcên dewleta Tirk a dagirker ku li dijî şêniyan Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş çavên hemû cîhanê pêk tîne, berpirsên van komkujî û sûcan in û sûcdarên van komkujiyan lêpirsîn nakin.
 
Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Rewda Hesen jî sûcên dermirovî ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Tirkiyeyê dagir kirine, şermezar kirin û got: "Em Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê van êrişên bênavber li ser herêmên me şermezar dikin, bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî rabin ku dewleta Tirk li ser sûcên wê lêpirsîn bikin, her wiha soza şopandina rêça şehîdan heta pêkanîna serkeftinê didin."