TJA'yê kuştina 3 jinên li Kobanê şermezar kir

  • jin
  • 12:21 24 Hezîran 2020
  • |
img

AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyek nivîskî kuştina 3 jinên Kurd ên li Kobanî şermezar kir û got: "Em bangî hemû berpirsiyê dewlet û navdewletan dikin ku kujerên wan diyar in. Heta kujerên wan navnetew werin darizandin em ê têbikoşin. Em bangî hemû partiyên siyasî, sazî û dezgehên kurd û Kurdîstanê dikin bibin yek."

 
Şevê din balafireke keşfê yên Tirkiyeyê li gundê Helincê yê Kobanê êrîşî malekê kir û di bombebaranê de 3 jin jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî êrîşê û qetilkirina 3 jinan, Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîşa pêk hatî şermezar kir. TJA'yê di daxuyaniyê de wiha hat got: "Rojek ji rojê jiyanê, bê qetlîma jinan kurd derbas nabe. Xwînxwarî, hovitî, neyartî, bûye xwarin û vexwarina pergala xwûnmijan. Cizîr, Gever, Nisêbîn, Şirnex, Sûr, Sîlopya, Efrîn, Şaredizê, Şengal… Li Parisê, li Qamislo li Mexmurê li Kobanê … Her carê sê jin tên hilbijartin. Ev jinên ku memosteyên jin û gelên cîhanê ne. Sakine, Leyla, Rojbîn, Hevrîn, Sêvê, Fatme, Pakîze, Gulîstan, Melek, Zehra, Hebûn, Emîne rûpel.. Pirtûk têrê nake ku navên jinên hatî qetilkirin tê de rêz bibe.
 
AKP-MHP KOMKUJIYA JINÊN KURD WEKÎ SONDXWARÎ DIDOMÎNIN
 
Pergala faşist ya AKP-MHP’ê li her çar aliye Kurdîstanê û cîhanê komkujiya jinan kurd wekî sûndxwarî didomîn e. Duh jî li gundê Kobanê Hilincê bi balefirên SÎHA Koordînator a Kongra-Star Zehra Berker û endamên kongre ji aliye pargala faşît û hegemonên wan ve hatin hilbijartin û hatin qetilkirin. Em polîtîkayên wan ê dirûtiyê nasdikin. Em bang dikin maskêyên we yên li dijî berxwedana azadiya jinên kurd li her çar aliyê cîhanê ket. Rûyê xwe veneşêrin alem dizane ku tiliya we hemûyan bi hev re di vê komkujiyê de heye.
 
BIKIN HAWAR 
 
Dîsa dinya alem dizane ku hêzên faşist heta xwe bazarî emperyalan nekin, nikarin gav bavêjin, çongên wan li hember jinên azadîxwaz şikestîne. Lewma yekem êrîşî jinan dikin. Jin, gel, bawermend, kesên ku dibêjin em însanin li ser Hebûn, Zehra, Emîne nekin qîrîn û hawar. Lê bikin qîrîn û hawar ku pergala xwînmij dixwaze kurd, Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê ji rêber û memosteyên jinan paqij bike. Bikin qîrîn û hawar ku bi felsefa wan em ê çawa xwe ji nijaperestî, zayendperestî, komkujî û talaniyê biparêzin. Bikin qîrîn û hawar ku di nava vê komkujiyê de jiyanek bi rûmet û azad dê çawa werê ava kirin.
 
RAPERÎNÊ LI ERD Û EZMAN BELAV BIKIN
 
Bikin qîrîn û hawar ku serdest axa Kurdîstanê çawa dixwazin li yek kurdî jî qedexe bikin. Bikin qîrîn û hawar ku dê jin çawa nefesê bigirin. Bikin qîrîn û hawar ku Zanistê cîhanê nefesê negirê, çawa kesek jî nikare nefesê bigire. Bikin qîrîn û hawar ku cîhan dê çawa ji talaniyê, komkujiyê xwe biparêze. Lê negirîn, hêsrê çavan nebarînin, têkoşîna wane sed salê mezin bikin, geş bikin, gur bikin, xweş bikin, bikin raperîn, li erd û ezman belav bikin.
 
EM BI TUNDÎ ÊRÎŞÊ ŞERMEZAR DIKIN
 
Wekî TJA’yê em tu car êrîşa li ser Kobanê, her çar aliye Kurdîstanê û Rojhilata Navîn qebûl nakin. Em vê êrîşê bi tund şermezar dikin. Kujerên vê qetlîamê polîtîqayê hegemon û pergalên faşist ku xwe bi hev girêdane û dixwazin serdestiya mêr careke din bi deste koloniyalîstan mayinde bikin. TJA tu car destûrê nade ku rol û misyona jinê ya azadîxwaz qels bibe. Bila serê malbata Emîne, Zehra û Hebûn sax be, em sebrê dixwazin. Dîsa serê dost, heval û hogir û rêhevalên wan sax be. Bila cîhan bizani be ku çawa Zehra, Emîne û Hebûn bûn Sakîne, Rojbîn û Leyla, dê jinên kurd tu car cihê wan bala nehêl in. Em dizanin ku ew erîş ya li ser berxwedana Kobanê ku ji cîhanê re bû hevî.
 
KUJERAN DARIZÎNIN 
 
Herî dawî em bangî hemû berpirsiyê dewlet û navdewletan dikin ku kujerên wan diyarin. Heta kujerên wan navnetew werin darizandin em ê têbikoşin. Em bangî hemû kesên ku dibêjin em însanin sazî û dezgehin, kelîkê ji berî kêlîkê werin em bi hev re vê xwînê rawestînin. Bi taybet em bangî hemû partiyên siyasî, sazî û dezgehên kurd û Kurdîstanê dikin, kêlîkê ji berî kêlîkê bibin yek. Sibê tu kurd nikare li rûye pêşeroja Kurdîstanê bimêzîne."