'Mirinên jinan ên bi guman nayin lêkolînkirin’

  • jin
  • 09:56 23 Hezîran 2020
  • |
img

WAN - Yek ji damezrînerên VAKAD’ê Zozan Ozgokçe, bal kişand ser mirinên jinan ên bi guman û got: “Dewlet ji bo ku kuştinên jinan bi encam bibin, bersûc bên dîtin û cezakirin, tu xebateke cîdî bi rêve nabe.” 

Di pêvajoya şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) de li tevahiya cîhanê tundiya derûnî, zayendî û fîzîkî ya li dijî jinan pir zêde bû. Li Tirkiyeyê jî, bi destpêkirina bergiriyên li dijî şewbêrê heman rewş derket holê û gelek jin di malan de rastî tundiya zilaman hatin. Ligel vê yekê gelek mirinên jinan ên bi guman jî, zêde bûn. Li Wanê din ava 3 mehan de 5 jinan û li Agiriyê jî din ava 35 rojan de 6 jinan bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da. Jinên ku serî li hêzên ewlekariyê dan jî bê encam man.
 
Ji damezrînerên Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) a bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) hat girtin Zozan Ozgokçe, cînayetên jinan, mirinên jinan ên bi guman û tundiya di malê de ya di pêvajoya pandemiyê de hatin jiyîn ji ajansa me re nirxandin. 
 
'DI WARÊ HIQÛQÎ DE ÇI HATIN KIRIN?’
 
Ozgokçe, kuştinên jinan nirxand û wiha axivî: “Piraniya ji aliyê hevjîn, bira, heskirî, bav û kesên nêzî xwe ve tên kuştin. Ji ber ku jin dixwazin hevjîn û heskiriyên xwe berdin tên kuştin. Dewlet ji bo ku kuştinên jinan bi encam bibin, bên ronîkirin,  bersûc bên dîtin û cezakirin tu xebateke cîdî bi rêve nabe. Ev rewş bandorê li zilamên din jî dike û ji vê yekê cesarete digirin. Weke ku tê zanîn bûyerên jinan ên mirî hat dîtin, mirinên bi guman, di qezayên nava malê de mirin û dawî li jiyana xwe anîn pir zêde bûne. Mînak, min 19 bûyerên di meha Gulanê de rû dan lêkolîn kirin. Lê piraniya bersûcên van nehatin dîtin. Dîsa di warê hiqûqî de tu agahî di çapemeniyê de nehatin parvekirin. Aleyna Çakir di malê de mirî hat dîtin. Hatibû gotin ku bi şûtika bornozê xwe kuştiye. Gelo derbarê kesê ku dibe kujerê wê de be çi xebatek hiqûqî hat kirin? Minak ev nayê zanîn. Tenê li ser têkiliyên xwe yên takekesî em dikarin fêrî vê yekê bibin.”
 
‘PIRANIYA MIRINÊN BI GUMAN CÎNAYETIN’ 
 
Ozgokçe, diyar kir ku li Agiriyê di navbera 7’ê Gulanê û 12’yê Hezîranê de yek ji bi qeza, 5 jin bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Li bajêr, ligel kuştin û tundiya jinan,  windakirinên jinan hene. Piraniya van bûyeran derbasî qeydên fermî nayin kirin. Di demê xwe de mi ji Agiriyê û navçeyên wê gelek serlêdan girtin. Jin winda dibin, malbata îlana windabûnê dide, lê jin li holê tuenye û kes nizane jî li ku dereye. Ev pirsgirêkek pir cîdeye. Lê ji bo vê xebat nayê kirin. Ev jî dide nîşandan ku piraniya mirinên bi guman ên jinan cînayetin.” 
 
QANÛNÊN JINAN BIPARÊZIN TUNEYE
 
 Ozgokçe, anî ziman ku qanûnên jinan biparêzin tuneye û wiha bilêv kir: “Ji ber vê tu ewlekariya jinan tuneye. Niha em rastî tecawîzê bên û hevjînê me tundiyê li me bike, qanûnekê ku me bi parêzer tuneye. Ji ber vê rêxistinên jinan di pêvajoya pandemiyê de ders û xebatên parastinê yên jinan zêdetir kirin. Jinên serî li pergalê didin jî, pergal cardin wan paşve dişîne malên wan. Dîsa bersûcên jinan berdide û dişîne malê. Bersûc nayin darizandin. Ji ber vê cînayetên jinan zêde dibin.”
 
RÊYA GUHERTINA CIVAKÊ 
 
Ozgokçe, dest nîşan kir ku rêxistinbûna jinan wê rê li ber guhertina civakê veke û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em çiqasê bi hemû jinan re eleqedar bibin û guhdarî pirsgirêkên wan bikin emê ewqasî bi rêxistin bibin. Hêza me ya jinan xurte. Mînak ez û cîrana xwe ne bi rêxistinkirî bin wê hevjînê min li min bixe. Wê demê ez qîr jî bikim, wê deriyê xwe li min veneke. Sê jin jî di nava xwe de bi rêxistinkirîbin, evê bibe sedema guhertina civakê. Mînak li Wanê Ceren Atli li mala xwe mirî hat dîtin. Diviya bû bi hezaran jina ji bo wê dakevin kolanan. Êdî rewş wisan bûye, halê me yê bi hêrs jî tune kirine. Ger em bi hêrs nebin, ev sûc wê zêdetir bibin.”   
 
MA / Ozlem Yayan