Li 3 bajaran mirina bi guman a 11 jinan

  • jin
  • 14:47 22 Hezîran 2020
  • |
img
ENQERE – Parlamenterên HDP’ê, diyar kirin ku li laşê piraniya jinên ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane şopên derban hebûne û daxwaz kirin ku derbarê mirinan de komîsyona lêkolînê bê avakirin. 
 
Parlamenterên HDP’ê Ebrû Gunay, Pero Dundar û Dîlan Dîrayet Taşdemîr, ji bo mirinên bi guman ên jinan ku di pêvajoya pandemiyê de li Agirî, Mêrdîn û Amedê zêde bûn, li Meclisê daxuyaniyek dan. Her sê parlamenteran bi pêşniyarqanûneke hevpar daxwaz kirin ku derbarê mirinên bi guman ên jinan de komîsyona lêkolînê bê avakirin. 
 
ŞOPÊN DERBAN LI LAŞÊ JINAN HEBÛNE
 
Di binasiya pêşniyarqanûna parlamenteran de hat bibîrxistin ku di 35 rojan de li Agiriyê 5, li Mêrdînê 4 û li Amedê jî 2 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane û mirina wan weke “întiharê” derbasî qeydan hatiye kirin. Dîsa hat destnîşankirin ku li laşê piraniya jinên ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane şopên derban hebûne. 
 
WEZARETÊ TU DAXUYANÎ JÎ NEDAYE
 
Her wiha parlamenteran bi bîr xist ku malbatên jinên ku bi awayekÎ guman jiyana xwe ji dest dane, ragihandin ku keçên wan ji aliyê hevjîn û malbatên hevjînên xwe ve tundiyê dîtine û di raporên otopsiyên wan de jî pêkanbûna kuştinê hatine diyarkirin. 
 
Parlamenteran, destnîşan kir ku di demeke kurt de pêkanîna bûyerên bi vî rengî mijara lêkolînê ye û li gel vê rewşê jî Wezareta Malbat, Xebat û Civakê derbarê mijarê de tu daxuyanî nedaye û xebat nedaye destpêkirin.
 
DAXWAZA AVAKIRINA KOMÎSYONÊ
 
Parlamentera di dawiya pêşniyarqanûna xwe de daxwaz kirin ku ji bo lêkolîna tundî û mirinên bi guman ên jinan komîsyoneke lêkolînê bê avakirin u polîtîkayên pêşî li vê yekê bigirin bên afirandin.