Aktîvîsta TJA’yê Komî: Li Wanê emê xwe bigihînin hemû jinan 2019-12-04 09:11:56 WAN - Aktîvîsta TJA’yê Gule Komî derbarê xebatên xwe yên li Wanê de axivî û got: “Em her roj bi kuştina jinekê re şiyar dibin. Cezayên kêm didin faîl û bersûcan. Ji bo ku ev neyîn jiyîn em xebatên xwe dewam dikin. Emê di vê çarçoveyê de li Wanê xwe bigihînin hemû jinan.”  Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kompanyeya “Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan” de, kolan bi kolan xebatên xwe dewam dike. Jin, armanc dikin ku têkoşîna xwe ya li dijî pergala serdestiya zilam mezintir bikin. Aktîvîsta TJA’yê Gule Kamî derbarê kampanyayê de agahî dan û diyar kir ku têkoşîna wan a li dijî komkujî, tacîz, tecawîz, îstîsmara jin û ekolojiyê wê dewam bike.    HER MEH ÇALAKIYEK CUDA    Komî, bal kişand ser girîngî û wateya kampanyayê û wiha axivî: “Îstîsmara li dijî jin û zarokan, qetilkirina xwezayê û binpêkirinên mafan her roja diçe zêdetir dibin. Di meha Tebaxê de, ji bo astengkirina tundiyê em xebat bi rêve birin. Ji bo Şengalê me dîwana dengbêjan li dar xist. Ji bo ekolojiyê jî me çopa li ber peravên Gola Wanê paqij kir. Me meha Îlonê jî, bi dirûşmeya ‘Ji bo aştiyeke birûmet tu jî rabe ser piyan’ weke meha aştiyê îlan kir. Ji ber vê me kincên xwe yên spî sembola aştiyê li qadan li xwe kirin. Me daxwaza xwe ya aştiyê li qadan anî ziman. Di vê çarçoveyê de me panelên aştiyê li dar xistin. Me ji bo penaberên ji ber şer û xizantiyê ji welatê xwe koç kirine û li otogarê radizin û radibin alîkarî bir. Dîsa me pêdiviyên penaberên di konteyniran de dijîn pêşwazî kir. Em meha Cotmehê jî, weke ‘parastina çewherî’ îlan kir. Di vê çarçoveyê de li taxan me atolyeyên Jineolojiyê li dar xistin. Di her mehê de me xebatên xwe yên taxan bi rêve birin û em bi jinan re civiyan. Ev civînên me pir baş derbas bûn. Jin bi baldarî guhdarî gotinên me dikin.”    ‘LI GEL ASTENGIYÊ JÎ EM MEŞIYAN’   Komî, anî ziman ku wan meha Mijdarê jî, weke meha têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê nirxandin û wiha bilêv kir: “Me bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li dijî Tundiya li ser Jinê, hewldanek mezin nîşan da. Me jin dawetî qadan kirin. Em bi jinan re civiyan. Me ji bo jinên girtî kart şandin. Me xwest di 25’ê Mijdarê de meşekê li dar bixin. Lê polîsan meşa me asteng kirin. Ligel vê jî me dîsa meşa xwe li dar xist. Ev ji bo me serkeftinek mezin bû.”    'EM Ê XWE BIGIHÎN IN HEMÛ JINAN’    Komî, dest nîşan kir ku ji ber polîtîkayên hikumetê, qadên jiyanê yên jinan teng bûne û di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Jin di qada aboriyê de zorî zehmetiyên mezin dijîn. Em li Wanê vê rewşa giran baş dibînin. Em dixwazin xwe bigihînin hemû jinan û guhdarî pirsgirêkên wan bikin. Em dixwazin ku jin bi zanebûn xwedî nasnameya xwe jin derkevin. Ji bo ku ev pêş bikeve emê têkoşîna xwe dewam bikin û vê rastiyê ji jinan re vebêjin. Hema bêje em her roj bi kuştina jinekê re şiyar dibin. Cezayên kêm didin faîl û bersûcan. Ji bo ku ev neyîn jiyîn em ê xebatên xwe dewam bikin. Em ê di vê çarçoveyê de li Wanê xwe bigihînin hemû jinan. Di vê çarçoveyê de, em ê maha Kanûnê jî weke meha ‘Mafê Mirovan’ diyar bikin û xebatên xwe bi vê armancê dewam bikin.”