Nurcan a hevjînê wê ew dîl girt: Ez naxwazim bêm kuştin 2019-10-23 16:58:44   MÊRSÎN - 1'emin danişîna doza Alî Altundal ê hevjîna xwe Nurcan Altundal dîl girt û bi rêk û pêk îşkence kir, hat dîtin. Nurcan Altundal, xwest bersûc bê cezakirin û got: "Ez naxwazim wekî Emine Bulut li pêş çavê zarokên xwe bêm kuştin."    1'emîn danişîna doza Alî Altundal ê 2 zarokên xwe û hevjîna xwe Nurcan Altundal li malê dîl girt û bi rêk û pêk îşkence li wan kir, li 20'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Mêrsînê hat dîtin. Di danişînê de bersûc Ali Altundal, mexdûr Nurcan Altundal û zarokên xwe, şahid û parêzer amade bûn. Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê, Navenda Mafên Jinan a Baroya Mêrsînê jî li salonê cihê xwe girt. Di danişînê de parêzerê bersûc xwest salon bê valakirin. Parêzerê Nurcan Altundal jî xwest salon nayê valakirin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzerê bersûc red kir.    Di danişinê de bersûc Ali Altundal, parastina xwe kir û îdîa red kirin.    'BI ÇEKÊ GEF LI MIN XWAR'      Nurcan Altundal, jî parastin kir û diyar kir ku hevjînê wê her dem bi çekan eleqeder dibû û carekê çek lê kişand û bi çekê gef li xwê war. Nurcan, anî ziman ku çek xist serê wê û camê li malê şikandin û wiha got: "Dema min çama şikesti kom dikir li min kir qêrîn. Min jî got ez dixwazim em hev berdin. Min alavên xwe kom kirin. Wê demê li pêş çavê zarokên min cilê min şewitandin. Ez derketim eywanê û min alîkarî xwest. Dema polis hatin malê hevjînê min destûr neda ez ji malê derkevim. Got 'Wê li vê malê komkujî pêk bê' Piştre derî girt û kêr da stuyê min. Bi saetan ez wisa sekinîm. Ez naxwazim wekî Emîne Bulut li pêş çavê zarokên xwe bêm kuştin. Di jiyana xwe ya zewaca 15 salan de nikarim bêjim kêfxweş bûm. Ji kerema xwe re guh bidin dengê min. Ez naxwazim wekî Emîne Bûlut li pêş çavê zarokên xwe bêm kuştin."    Heyeta dadgehê danişîn taloqî 20'ê mijdare kir.    Platforma Jinan a Mêrsînê li pêş Edliyeya Mêrsînê daxuyanî dan û piştgiri dan Nurcan Altundal.