Mêrê ku mamoste Şengul Karaca kuşt beraet kir 2019-10-16 12:47:13 STENBOL - Heyeta dadgehê Hasan Aydin ê ji kuştina mamoste Şengal Karaca dihat darizandin, beraet kir.    10'emîn, danişîna doza bersûc Hasan aydin ê ji kuştina Şengul Karaca dihat darizandin, li 31'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Hasan aydin bi îdîaya di 4'ê Gulana 2017’an de mamoste Şengul Karaca ji şibakê avêtiye û kuştiye li 31’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê derket pêşberî dadehê. Di danişînê de Hasan Aydin ê serbest tê darizandin û parêzerê wî tev li danişînê nebû. Parêzera Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê Hatice Boz li salonê amade bû.    Di danişînê de dozger xwest Aydin beraet bike. Parêzera Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî Hatice Boz jî li dijî mutalaaya dozger derket û xwest bersûc bê cezakirin. Lê heyetê bi hinceta daxuyaniyên bi nakok heye der barê bersûc Hasan Aydin de biryara beraetê da.