Polisan çalakiya TJA'yê asteng kir 2019-07-30 15:00:10   WAN - Civîna TJA'yê ya ji bo şahî û çalakiyên 6 mehan ên ku dê bi şîara "Ji bo azadî û guherînê tu jî rabe ser pêyan" bê lidarxistin, ji aliyê polisan ve hat astengkirin.   Polisan, çalakiya Tevgera Jinên Azad (TJA) a ku dixwest bi şîara "Ji bo azadî û guherînê tu jî rabe ser pêyan" li Navenda Çandê ya Nûda ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li dar bixe, asteng kir. Polisên Hêzên Çevîk bi TOMA û maşîneyên zirxî Navenda Çandê ya Nûda dorpêç kirin û bi hinceta biryara walîtiyê destûr nedan çalakî bê lidarxistin. Polisên sivîl jî dîmen kişandina rojnamegeran asteng kirin û rojnamegeran di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirin. Piştî vê lêgerînê polisan rojnamegeran ji cihê bûyerê dûrxistin û destûr nedan ku dîmen bigirin.    Piştî ku çalakiya li Navenda Çandê ya Nûda hat astengkirin, jinan pankarta li ser nivîsa "Jin jiyan azadî" nivîsandibû vekirin û ber bi Bînaya Bajar a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve meşiyan. Jinan di meşê de timik dûrişmeya "Destê ku dirêjî jinê bibe ew dest bişikê" berz kirin.