Ji bo Bîlgîlî yê êrîşa zayendî kir dîsa bê girtin dê serlêdan bikin 2019-06-17 09:30:48 ENQERE - Prof. Dr. Hasan Bîlgîlî yê li Fakulteya Baytarî ya Zanîngeha Enqerê bi sûcdariya êrîşa zayîndî li dijî Ç.B. pêk anî hatibû girtin, hat berdan. Parêzera Ç.B. Asli Arihan, diyar kir ku ji bo îtîraza biryarê hemû rê girtin û got: “Ji bo ku Bîlgîlî cardin bê girtin emê daxwazneme bidin.” Di rojên derbas bûyî de derketibû holê ku Prof. Dr. Hasan Bîlgîlî yê li Fakulteya Beytarî ya Zanîngeha Enqerê erkdar bû, di 3’yê Nîsanê de tundî li bijîşka klînîka taybet VCOM a dixebitî Ç.B. kir û dûre êrîşa zayendî pêk anîbû. Piştî ku Ç.B. gilî kir Bîlgîlî di 7’ê Nîsanê de hat binçavkirin û 1’emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Enqerê derbarê wî de biryara girtinê dabû û şandibû girtîgehê. Bîlgîlî yê êrîşa zayendî pêk anî di 22’yê Gulanê de hat berdan.   'JIXWEBER HATIYE BERDAN’   Parêzera Ç.B. Asli Arihan, diyar kir ku Bîlgîlî jixweber hatiye berdan û wiha axivî: “Berdana Bîlgîlî ne hiqûqiye. Ji ber vê rêya îtîrazkirinê ya li dijî biryara berdanê jî, tuneye.”    ‘TÊKILDARÎ EMEKDARIYÊ DAXWAZNAME DA’   Arihan, da zanîn ku Bîlgîlî piştî tê berdan, têkildarî emekdariyê daxwazname dide Rektoriya Zanîngeha Enqerê, lê hîna jî daxwaznameya wî nehatiye qebûl kirin û wiha got: “Zanîngek Hasan Bîlgîlî li dibistana xwe naxwazin. Lêpirsîna Bîlgîlî ya dewam dike heye. Lê ji ber ku ceza derbarê wî de nehatiye dayîn, rektorî nikare ku daxwaznameya wî qebûl neke. Lê divê em rewşa dê ka qebûl bike, yan na rawestin. Di vê çarçoveyê de ezê bi rektoriyê re hevdîtin bikim.”    ‘EM LI SER GILIYÊ DOZGER DIFIKIRIN’    Arihan, anî ziman ku rêxistinên jinan, sazî û dezgehên beşên cuda piştgiriyê didin Ç.B. û wiha bilêv kir: “Divê derbarê Bîlgîlî de, ku weke faîle weşan bên kirin. Êrîşa zayendî mijarek pir hesase. Em dixwazin dosyeya Hasan Bîlgîlî bê zanîn. Du hevkarên din ên sûcî wî hene. Derbarê  wan de giliyek din heye. Emê şopdarê vê giliyê jî bin. Ji bo ku cardin bê girtin me daxwazneme bidin. Di heman demê de em li ser giliyê dozger jî difikirin.”     ‘VCOM WEKE MACO HAT GUHERTIN’   Xwendekara Zanîngeha Enqerê Esma Çaglak jî, diyar kir ku wan şahidî ji gelek bûyerên tacîzê yên di nava fakulteyê de rû dane, kirin û wiha axivî: “Lê xwendekaran ji ber fikarên xwe yên dersan ne anîn ziman. Dîsan navê Klînîka Baytarî VCOM ku klînîka taybet a Bîlgîlî ye, weke MACO hat guhertin û hîna jî tê xebitandin.”    ‘TÊKOŞÎNA ME DÊ DEWAM DIKE’   Çaglak, dest nîşan kir ku ew xwendekarên zanîngehê dixwazin Bîlgîlî bê girtin û edalet bê cih anîn. Çaglak, da zanîn ku ji bo Bîlgîlî ji kar bê avêtin ewê heya dawiyê têbikoşin û wiha got: “Ji bo ku tecawîzkar dest û milin xwe nehejînin û negerin, em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.”   LI BER REKTORIYÊ DÊ ÇALAKÎ LI DAR BIXIN’    Li aliyê din, xwendekarên Fakulteya Baytarî, li ser medya civakî ragihandin ku ewê di 19’ê Hezîranê de roja Çarşemê saet 12.00’an li ber Fakulteya Baytarî ya Zanîngeha Enqerê bi dirûşmeya “Em ê destûr nedin ku hûn ser tecawizê bigirin” çalakiyê li dar bixin