Komeleya Rosa: Têkoşîna hevpar şerte 2019-06-05 10:00:26 AMED - Endama Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, diyar kir ku zimanê desthilatdariyê tacîz, tecawîz û tundiyê zêdetir dike û got: “Li dijî vê yekê têkoşîna hevpar a rêxistinên jinan şert e.”    Tacîz, tecawîz û tundiya li dijî jin û zarokan her roja diçe zêdetir dibe. Di heman demê de bertekên li dijî vê jî mezin dibin. Jinên ku derdikevin kolan û hewl didin ku hikumet di vî warî de gav bavêje, dixwazin qanûnên pêwîst demildest bên derxistin. Endama Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, diyar kir ku divê jin hîn zêdetir deng derxînin.   TÊKOŞÎNA HEVPAR ŞERT E   Kaya, anî ziman ku  tacîz, tecawîz, tundî û qetilkirinên li dijî jin û zarokan her roja diçe zêdetir dibe û wiha axivî: “Jin di qadên mal, kar û taybet de nayên parastin. Ji bo vê yekê têkoşîna hevpar şerte. Hemû rêxistinên jinan, divê bi awayeke xurt bi hevre tevbigerin.”   POLÎTÎKAYÊN NE CEZA KIRINÊ   Kaya di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Polîtîkayên şerê taybet, tacîz, tundî û tecawîzê mezin dike. Bûyerên wiha li bajarên herêmê pir tên jiyîn. Tê xwestin ku tacîz, tecawîz û tundî bibin ji rêzê. Tu cîn, statû û gelekê tundiyê tuneye. A bingehîn ew ku qanûnên parastinê bên bi cih anîn. Polîtîkayên ne cezakirinê jî tundiyê belav dike. Divê qenûnên paratinê bên derxisin û bên bi cih anîn.”    BANG LI JINAN KIR     Kaya, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Yek ji sedên zêdebûna tûndî, tacîz û tecawizê, zimanê medya û kesên welat bi rêve dibin. Dema ku jinek an jî zarokêk tên kuştin û rastî tecawîzê tên, nûnerên desthilatdariyê, bêdeng dimînin, an jî bi zimanekê ji rêzê, bûyeran asayî dikin. Ên ku qanûnan derdixin, pêk tînin û li gorî wê tevnaberin hemû jî zilamin. Ev hemû zilam xwedî heman hişmendiyê ne. Em jin têkoşîna rêyek dûr û dirêj didin. Ji bo gohertina vê yekê em ked didin. Pêdivî bi guhertinek mezin a hişmendiyê heye. Ez bang li jinan dikim ku zimanekê têkoşînê yê hevpar û pratîkek bi serkeftî bi rêve bibin. Ji bo vê jî têkoşîna hevpar şerte.”    MA / Ruken Demîr