Namzeta jin li dijî 11 namzetên mêr têdikoşe 2019-03-13 09:25:34 RIHA – Li taxa Akşemsettin ya Navçeya Eyûbiye ya Rihayê namzeta muxtariyê Yildiz Yildiz ya 45 kalî li dijî 11 namzetên mêr yên muxtariyê têdikoşe. Yildiz, diyar kir ku hem ji bo çareseriya pirsgirêkên malê û hem jî ji bo çareseriya pirsgirêkên taxê têdikoşe û ji ber vê yekê ji aliyê gele Taxê ve hatiye pêşniyarkirin û wiha got: "Ez dixwazim bibim mînaka jinek serkeftî."  Di nava civakê de muxtarî bêtir karê mêr tê dîtin. Di vê hilbijartina 31'ê Adarê de gelek namzetên jin jî li gel mêran ketin pêşbirga muxtariyê. Li tevahiya Rihayê jî 3 namzetên jin ên muxtariyê li dijî mêran têdikoşin. Yek ji namzeta jin a muxtariyê jî Yildiz Yildiz e. Yildiz a 45 salî li taxa Akşemsettîn ya Eyûbiye ya Rihayê (45), li dijî 11 namzetên mêr têdikoşe. Yildiz, bawer dike ku bi ser bikeve dê karibe xizmetek baş bide civakê.    13  SALÎ HAT ZEWICANDIN   Yildiz hêj 13 salî bû hat zewicandin. Dayika 7 zarokan e. Bi têkoşîna xwe heta niha 4 zarokên xwe zewicandin. Ji bo debara malê karê dirûn û fesalê dike. Yildiz ku 16 salin karê dirûnê dike, piştî kesên vî karê dirûnê dike êdî niha li karekî din digere. Yildiz, piştî karê dirûnê dikanek biçûk li taxê vekir û li dikanê dinere, lê karê wê yê dikanê bi rêve neçû. Yildız, ji bo mikro-kredî serî li şaredariyê da û piştre dest bi çêkirina karê goştê doner kir. Yildiz, anî ziman ku li Rihayê weki yekem donervana jin tê nasîn û ji 2008'an heta 2011'an karê donervaniyê kir. Yildiz, anî ziman ku ji bo debara zarokên xwe bike bi şev û roj xebitî û zarokê xwe mohtacê destê tu kesî nekir.    HEVJÎNÊ WÊ PÎŞTÎ DÎSA ZEWICÎ DEST JI HEV BERDAN   Yildiz, anî ziman ku piştî demekê li ser gotinên der û dorê yên 'Hevjîna te kar nake, her roj doner çê dike. Ji xwe re dîsa bizewice' hevjînê wê dîsa zewicî û li ser vê yekê dest ji hev berdan. Yildiz, anî ziman ku xizmên wê xwestin biçin hesap bipirsin, lê gotiye 'Yê min nexwaze ez jî tew we naxwazim' û wiha got: "Piştî me dest ji hev berda min dest bi xwendin û nivîsandinê kir. Min dibistan xwend û ehliyet stend. Min hefteyê hezar TL qezenç dikir. Min berê rojê 5 kilo goştê doner difirot, lê piştre rojê 10 kilo doner firot. Bi şev û roj xebitîm. Min bi pereyê kom ji kurê xwe re vînç stend. Kurê min navê vînca xwe (Maşîneya ku maşina rizgar dike) kir Yildiz. Piştre min dest ji donervaniye berda.    ŞÊNIYÊ TAXÊ GOT BIBE KEYA BÛ KEYA   Yildiz, anî ziman ku wê pirsgirêkên taxê birin şaredariyê û çareser kir û ji ber vê yekê şêniyên taxê dixwaze bibe keyayê taxê. Yildiz, da zanîn ku piştî şêniyên taxê xwest bibe muxtar bû namzet û wiha got: "Piştî ku min pirsgirêkên taxê anîn ziman û çareser kir şêniyên taxê xwest ez bibim namzet. Li ser daxwaza şêniyên taxê bûm namzet. Ez bawer dikim ku jin dikarin civakê biguherin. Piştî ku bûm namzet bendewariya civake ya li hemberî min zêde bû. Piştî ez bûm namzet berteka neyînî ew bû ku jin çawa dibin namzet. Jin di rêveberiya civakê de pir serkeftî ne. Ji ber vê yekê divê jin di nava rêveberiya herêmî de cih bigirin. Min hem zarok mezin kirin û hem jî bi pirsgirêkên li taxê re mejûl bûm. Mêr dema ji malê derdikeve 10 an jî 100 tl datîne û diçe, dema vedigere jî xwarina dilê wî hez dike dixwaze. Jin bi wî pereyî her tiştî dike. Diçe bazarê, xwarinê çê dike. Li zarokan dinere. Paqijiya malê dike Berpirsiyariya jinê pir zêde ye. Jin jêhadî ye û xwedî berpirsiyar e. Ez dixwazim di muxtariyê de serkeftî bim û ji bo jinan bibim mînakek serkeftî."