Hilbijartina Meclîsa Jinan a DTSO dê di 11’ê Nîsanê de pêk bê. 2019-03-12 13:27:47   AMED - Hilbijartina Meclîsa Jinan a DTSO dê di 11’ê Nîsanê de pêk bê. Dinava 48 kesên ji bo Meclîsa Jinan bên hilbijartin de, dê serok û desteya rêveber bên hilbijartin.   Meclîsa Jinan a dibin navê Odeya Pişesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) hat avakirin, derbarê hilbijartina di 11’ê Nîsanê pêk bîne de daxwuyanî da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Di hilbijartina Meclîsê ya Jinan de dê 48 kes bên hilbijartin. Dinava 48 kesên ji bo Meclîsa Jinan bên   hilbijartin de, dê serok û desteya rêveber bên hilbijartin.”   SERLÊDANÊN HERÎ DAWÎ DI 29’Ê ADARÊ DEYE   Di daxuyaniyê de, hat diyar kirin ku jinên dixwazin di Meclîsa Jinan de cih bigirin, divê herî dawî di 29’ê Adara 2019’an de daxwaznameyên xwe yên serlêdanê, teslîmî DTSO yê bikin.