Endama Meclîsa Jinan a HDK'ê Benazîr Coşkun li TEM'ê binçav kirin 2018-12-03 16:11:15   STENBOL - Meclîsa Jinan a HDK, diyar kir ku dema endama meclîsa wan çû Şaxa TEM'ê ya Stenolê  îfade bide hat binçavkirin.    Meclîsa Jinan a HDK'ê bi riya medya civakî agahî parve kir û diyar kir ku endama Lijneya Rêveber a HDK'ê Benazir Coşkun, di çarçoveya lêpirsina li wê hatiye vekirin li gel parêzer çû Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polisan a Stenbolê. Meclîsê da zanîn ku endama wan Coşkun, dema çû TEM'ê li ser fermana dozger li TEM'ê hatiye binçavkirin.