Jin wê bi reng û dengên xwe li Qada Îstasyonê bin 2018-06-19 15:21:55 AMED – Jinan da zanîn ku ew ê bi reng û tîlîliyên xwe tev li mitînga HDP’ê ya Amedê bibin û gotin “Wê Amed carek din daxwaza azadiyê qîr bike.”  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qada Îstasyonê ya Amedê carek din malovaniya mitîngek dîrokî dike. Bi rojane ji navenda Amedê bigire heta gund û gundewaran xebatên mitîngê tên birêvebirin. Mitînga HDP’ê sibê saet di 18.00’an de dê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin. Jinan jî banga beşdariya mitîngê kir û gotin ku ew ê bi reng, deng û awazên xwe li qada mitîngê bin û xwestin jin bi rihê berxwedanê biherikin qadê.    'WÊ GELÊ AMEDÊ AZADIYÊ QÎR BIKE’    Namzeta HDP’ê ya Amedê Remziyê Tosun mitînga HDP’ê ya di 5’ê Hezîrana 2015’an de bibîr xist û got: “Em di 20’ê Hezîranê de bi heman coş û kelecana mitînga 5’ê hezîranê li benda dayik û jinan e. Em wir veguherînin qada azadî û demokrasiyê.”    Tosun da zanîn ku wê gelê Amedê daxwaza dawî anîna tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û berdana girtiyan bike û got: “Divê Amed carek din azadiyê bi qîr e.”    'DIVÊ DENGÊ ME BILIND DERKEVE’    Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn jî got ku ew girîngiya didin mitînga wan a li Amedê û wiha dewam kir: “Lazim e em dengek xurt derxin û va em hene.”    ‘WÊ JIN HÊRSA XWE QÎR BIKIN’    Aktîvîsta TJA’yê Ceylan Aslan jî  da zanîn ku ew ê bi rengînî û tîlîliyên xwe biherikin Qada Îstasyonê û wê jin li dijî rejîma yek zilamî hêrsa xwe qîr bikin. Aslan got : “Wê jin bi rûhê berxwedanê biherikin qadê.”     ‘EM Ê DÎSA LI WIR BIN’    Pirşeng Pulgat jî anî ziman ku lazim e gelê Amedê bi ruhê hilbijartina 7’ê Hezîranê biherikin Qada Îstasyonê û “He çiqas me li wir parçe kirin jî lê em ê sibê dîsa li wir bin.”    ‘BIHERIKIN QADÊ’    Remziye Sizici jî diyar kir ku ji bo dawî li aloziya li welêt were banga beşdariya mitînga HDP’ê kir û got: “Li dijî hemû pêkanînên li ser jinan û bê edaletiyê divê jin biherikin Qada Îstasyonê û li wir qîr bikin.”