Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê têkoşîna azadiyê bilind bikin 2024-11-23 14:45:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê de tên lidarxistin de jinan peyama "Em ê li her qadê dengê xwe bilind bikin û serhildana xwe mezin bikin."  Çalakiyên ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan de tê lidarxistin jinan di bin dirûşma "Jin jiyan azadî" de peyama mezinkirina serhildanê didin.    AMED    Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 25’ê Mijdarê ji bo jinên girtî li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Aktîvîstên TJA’yê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Jiyana azad wê bi jinên azad pêk bê" hat vekirin û dirûşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin. Li ser navê jinan daxuyanî ji aliyê Hevseroka Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) Yeter Erel Tuma ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Têkoşîna me di çar dîwaran de nayê girtin. Digel ku dewletên serdest ên mêr, ji afirandinên dîrokî yên jinan bigire heta destkeftiyên wan ên îroyîn, her cure nirxan hedef digirin, em jin dê bi cudahiyên xwe xeteke hevpar a têkoşînê bimeşînin. Bi hezaran sal e em bêdeng namînin, îro jî bêdeng namînin û sibe jî bêdeng nabin. Têkoşîna azadiya jinê ne tenê ji bo jinan, ji bo azadiya civakî û edaletê jî pêwîst e. Ji ber ku pergalên serdest ên mêr tundiyê li ser jinan ferz dikin, em jin jî bi hevgirtina hêrs û tecrûbeyên têkoşînê em ê bi hêztir li ber xwe bidin.   Daxuyanî bi berzkirina “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.   RIHA   Platforma Jinan a Bajêr a Rihayê û Şaredariya Hewag, ji bo jin û zarokên ku hatin qetilkirin şitil danîn. Çalakiya ku li ser rêya Çatak a Şaredariya Hewagê hat lidarxistin de gelek jin tevlî bû. Beriya şitil danînê daxuyaniyek hat dayîn û banga mezinkirina rêxistinbûna jinan hat kirin. Şitil bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" hatin danîn. Dûre wêneyên jin û zarokên ku hatine qetilkirin li şitilan hatin daliqandin.    Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.    WAN   Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, otobusên mor di çarçoveya 25'ê Mijdarê de; “Gotina me neqediya; Bi dirûşm û wêneyên "Em dê tundiyê bi hev re bidin rawestandin", "Em neqediyan, em ê bi hev re tundiyê rawestînin", "Jin, jiyan azadî", "Jin, jiyan, azadî" xemilandin.