Li Rihayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da 2024-04-06 15:47:00 RIHA - Jina bi navê Helîn Altundag li navçeya Wêranşarê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.    Li maleke li Taxa Dîlîmliya Jor a navçeya Wêranşar a Rihayê dengê çekan hat û li ser îxbatê jî komên cendirme û tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Komên tenduristiyên dîtin ku Helîn Altundag û Emîr Altundag bi çekê bi giranî hatine birîndarkirin.    Helîn û Emîr Altundag ên rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê, jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. Hat îdiakirin ku Helîn û Emîr Altundag întîhar kirine.