Li Amedê jinekê xwe kuşt 2021-01-20 13:10:11   AMED - Di korîdora nexweşxaneyeke taybet de, jinekê xwe kuşt.   Li nexweşxaneyeke taybet a Amedê, jina bi navê Dermen B. xwe kuşt. Dermen B. ku di korîdora nexweşxaneyê de dema rûniştîbû, piştî demekê ji çenteya xwe çek derxist û xwe kuşt. Dermen B. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Ev yek di dîmanên qamerayên nexweşxaneyê de hatin dîtin. Derbarê bûyerê de, lêpirsîn hat destpêkirin.