Îtîraza girtina Melek Îpek hat redkirin 2021-01-18 14:56:02 ANTALYA - Îtîraza ji bo girtina Melek Îpek a ku Ramazan Îpekê bi awayekê pergalî tundî li wê û zarokên wê dikir, parastina çewherî bikar anîbû û kuştibû, ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Antalyayê ve hat redkirin.    Li navçeya Doşemealtiyê ya Antalyayê, jina 31 salî Melek Îpek, bi parastina rewa hevjînê xwe Ramazan Îpek ê îşkence lê dikir, kuştibû. Îpek ji ber vê yekê di 9’ê Çileyê de derketibû dadgehê û bi awayekî birîndar hatibû girtin.    Parêzerên Îpek, di 15’ê Çileyê de, ji bo berdana Îpek serî li 1’yemîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Antalyayê dabûn û girtina wê îtîraz kiribûn.    1’emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Antalyayê, piştî nirxandina daxwaznameyê, îtîraza parêzeran red kir.