Kadîr Şeker dê ji nû ve bê darizandin 2021-01-16 10:55:10   ENQERE - Biryara 12 sal û 5 meh cezayê girtîgehê ya ji bo Kadîr Şeker ê ku xwestibû Ozgur Dûran ê tundî li Ayşe D. dikir asteng bike û bibû sedema mirina wî, hatibû dayîn li Dadgeha Edlî ya Herêmê hat betalkirin.     Ciwanê 20 salî Kadir Şeker ê di 5’ê Sibata 2020’an de, li Parka Pîrî Reîs a nvçeya Selçûklû ya Konyayê, xwestibû Ozgur Dûran ê tundî li jina bi navê Ayşe D. dikir asteng bike û bibû sedema mirina wî, ji ber sûcê “kuştina bi zanabûn” hatibû girtin. Danişîna Şeker li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê dihat dîtin. Dadgehê ewil ji bo Şeker cezayê muebeta heta hetayê birîbû û dûre bi hinceta ev sûc dibin “tehrîkek bêmaf de” kiriye, ev cezayî wî daxistibû 12 sal û 5 mehan.    DIVÊ JI NÛ DE BÊ DARIZANDIN   Dadgeha Edlî ya Herêma Konyayê, biryara 12 sal û 5 meh cezayê girtîgehê yê li Kadîr Şeker hatibû birîn betal kir û biryar da ku Şeker ji nû de bê darizandin. Di heman demê de, dadgehê daxwaza Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) ya beşdarî doza Şeker bibe jî, qebûl kir.