Li Panosê Xeta Mor vebû 2020-07-08 10:24:49   AGIRÎ – Şaredariya Panosê, ji bo jinên li navçeyê xwe rast e rast bigihînînê Xeta Mor ji xizmetê re vekir.    Şaredariya Panosê, ji bo jinên navçeyê di wateya derûnî û civakî de xwe rast e rast bigihînînê Xeta Mor ji xizmetê re vekir. Wê xeta di nav hefteyê de ji 08.00’ê serê sibehê heta 17.00’ê berê êvarê vekirîbe û xizmet bide. Jinên ku li vê xetê bigerin û daxwaza xizmeta piştgiriyê bikin dê karibin xwe bigihînin derûnînasa girêdariya Miduriyeta Jinan.    Nimreya Xeta Mor a xwe gihandinê wiha ye:  0472 616 23 61