Li hucreya yekkesî de jimartina li ser pêya lê tê ferzkirin!

  • rojane
  • 09:01 29 Çile 2020
  • |
img

ENQERE - Hasan Mûhammed Îbîş ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê de ye diyar kir ku di hucreya yekkesî de "jimartina li ser pêya" lê tê ferzkirin. Her wiha li Îbrahîm Sutçu yê di hucerya yekkesî de ye jî cezayê hucreyê hatiye birîn. 

Malbata Îmrahîm Sutçu yê ku di Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê de ye anî ziman ku li girtîgehê mafên girtiyan tên binpêkirin. Xwişka wî Sevîm Sutçu diyar kir ku birayê wê nêzî 4 salan di Girtîgeha Osmaniyeyê de maye û di 26'ê Îlona 2019'an de sewqî Girtîgeha Ereglî ya Konyayê hatiye kirin. 
 
‘4 MEH IN DI HUCREYEKÊ DE YE' 
 
Sutçu, da zanîn ku birayê wê 4 meh in bi tena serê xwe di hucreyekê de ye û got: "Roja birayê min hatiye sirgûnkirin diviya telefonî malê bikira, ji ber ku nekiriye me telefonî girtîgehê kir. Ji me re gotin, ne li vira ye. Wekî din tiştek negotin. Paşê em hîn bûn u sewqî Girtîgeha Eregliyê kirine". 
 
Sutçu, destnîşan kir ku birayê wê ji tu çalakiyeke civakiyî sûdê nagire û bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Sutçu, anî ziman ku birayê wê û kesên ji ber cemaetê hatine girtin di heman korîdorê de ne û rojê tenê saetekê dikare biçe hewadariyê. Sutçu, got: "Îbrahîm bi tena serê xwe di hucreyekê de ye, lê cezayê hucreyê lê dibirin. Her wiha cezayê telefonê jî lê birîne û em ê 2 hefteyan nikaribin bi hev re biaxivin".
 
Sutçu, anî ziman ku ji ber nameyên kurdî cezayên dîsîplînê tên birîn û got: "Îbrahîm gav jî bavêje cezayê dîsîplînê lê tê birîn. Bi hinceta 'wê hin kesên din birêxistin bike' wî xistien hucreyê. Gava li Osmaniyeyê bû, bi awayekî fizîkî tahde lê dihat kirin. Li Girtîgeha Eregliyê jî bi şideta derûnî re rû bi rû dimîne". 
 
'JI BER KU KURD E' 
 
Dayik Sutçu, Nazîfe Sutçu jî got: "Di hucreyê de cezayê hucreyê li kurê min dibirin. Dixwazin derûniya kurê min xirab bikin. Ji xwe li Osmaniyeyê bi tahdeyeke fizîkî re rû bi rû dima. Niha jî bi tahdeyeke derûnî re rû bi rû dimîne. Ji ber ku kurd e van tiştna lê dikin". Dayik Sutçu, da zanîn ku serî li Wezareta Dadê û ÎHD'ê dane û xwest binpêkirênên mafan bi dawî bibin. 
 
PARÊZERÊN OHD'Î RAPOREK AMADE KIRIN 
 
Parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Enqereyê çûn Girtîgeha Ereglî ya Konyayê û raporek amade kirin. Parêzeran di raporê de ji bo hevdîtina xwe ya bi Îbrahîm Sutçu re gotine: "Ji Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê sewqî Girtîgeha Eregliyê hatiye kirin. Ji roja hatiye sewqkirin bi tena serê xwe di hucreyekê de dimîne û tê tecrîdkirin. Daxwazên wî yên ji bo çûyîna qawîşê bi awayekî kêfî tên redkirin. Zêdeyî 4 meh in bi tena serê xwe di hucreyekê de ye, tenê rojê saetekê dikare biçe hewadariyê û li hucreyê cezayê hucreyê lê tê birîn. Cezayê hucreyê di 20'ê Çileyê de dest pê kiriye". 
 
HATIYE DERBKIRIN 
 
Her wiha di raporê de tê gotin ku girtiyê bi navê Hasan Mûhammed Îbîş jî bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Di raporê de tê diyarkirin ku di 26'ê Kanûna 2019'an de gava Îbîş sewqî Girtîgeha Eregliyê tê kirin li têketina girtîgehê lêgerîna tazî lê tê ferzkirin û ji ber ku qebûl nekiriye sergardiyan û 3 gardiyanên din ew derb kirine û piştî lêgerînê li devereke ku kamera lê tunene hatiye îşkencekirin û dewsên îşkenceyê li ser canê wî hene. 
 
Her wiha di raporê de hatiye destnîşankirin ku Îbîş piştî îşkneceyê 2 rojan nikaribûye rabe ser xwe û hîn jî birînên wî nekewiyane. Di raporê de hat gotin ku di ser bûyerê re mehek derba bûye lê hê jî şûna birîna Îbîş dixuyê. Di raporê de hat gotin: "Derbarê vê îşkenceyê de daxwaznameyek daye dozgeriyê, lê belê hîn jî tiştek nehatiye kirin. Xwstiye rapora derbkirinê wergire lê nedanê. Her roj saetekê tenê dikare biçe hewadariyê. Radyo û rojnameyan nadinê. 
 
DI HUCREYA YEKKESÎ DE JIMARIYA ŞIPYAKΠ
 
Di hucreyeke yekkesî de dimîne. Lê belê dîsa jî jimartina li ser pêya lê tê ferzkirin. Gava li ber vê pêkanînê radibe tê derbkirin û jê re dibêjin, 'Ev der ne Girtîgeha Osmaniyeyê ye, tu yê bibînî ka Girtîgeha Regeliyê çi ye'. Nikare sûdê ji çalakiyên spor, sohbet hwdç bigire. Li Girtîgeha Osmaniyeyê salek cezayê dîsîplînê lê hatibû birîn û ji ber vê salek zêdetir e nikare malbata xw ebibîne. Daxwazên wî yên ji bo çûyîna qawîşan bi awayekî kêfî tê redkirin". 
 
 

Sernavên din

18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm