AMED - Daxwaza neqilkirina doza Muzeyyen Boylû ku li ber çavên zarokên xwe ji aliyê hevjînê xwe Mesût Issi yê di asta berdanê de hatibû qetilkirin, ji aliyê Wezareta Dadê ve nehat qebûlkirin.
Daxwaza neqilkirina ji ber ewlehiyê ya doza Parêzer Muzeyyen Boylû ku di 19'ê Gulanê de li ber çavên 2 zarokên xwe ji aliyê hevjînê xwe Mesût Issi yê di asta berdanê de hatibû qetilkirin, ji aliyê Wezareta Dadê ve "kêfî" hat dîtin û nehat qebûlkirin. Wezaretê diyar kir ku teybetmendiyeke doz bê neqilkirin neyatiye dîtin û bergiriyên ku berî daneşînê bên girtin, bes in.