AGIRÎ - Hevjîna Mûrat Kaya ku li gundê Mûşiyan ê Dûtaxê hatibû kuştin, hatibû binçavkirin. Zozan Mihyettîn piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan. Ji gundiyan Bîrgul Çetîn jî bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan.
Li gundê Mûşiyan ê navçeya Dûtax a Agiriyê eskeran bavê 3 zarokan Mûrat Kaya kuştibû. Piştî kuştin Kaya hevjîna wî Zozan Mihyettîn û ji gund Bîrgul Çetîn hatibûn binçavkirin. Piştî 6 rojên li fermandariya cendirmeyan îro sewqî dozgeriyê hatin kirin. Zozan Mihyetîn, piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan û Bîrgul Çetîn jî bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan.
2 KES HATIBÛN GIRTIN
Piştî bûyerê 9 kes hatibûn binçavkirin û duh sewqî dadgehê hatibûn kirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin Cemal Aksoy û Fîkret Çetîn hatibûn girtin.